1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Hemû hêzên ewlehiyê li Kerkûkê bo sazdana referandumê amade ne
Hemû hêzên ewlehiyê li Kerkûkê bo sazdana referandumê amade ne

Hemû hêzên ewlehiyê li Kerkûkê bo sazdana referandumê amade ne

A+A-

 

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm dibêje, hêzên pêşmerge û polîs û asayişê bi tevahî amade ne, ku rewşa ewlehiya bajarê Kerkûkê biparêzin, daku referanduma serxwebûna Kurdistanê bi şêweyeke baş li Kerkûkê jî birêve biçe.

 

Necmedîn Kerîm îro yekşembiyê 27ê Tebaxa 2017ê li baregeha parêzgeha Kerkûkê li gel fermandeyên Hêza Pêşmerge, berpirsên Mêhwera Kerkûkê û rayedarên Asayiş, Polîs û fermandeyên îstixbarata serbazî ya pêşmerge re civiya, daku rewşa ewlehiya Kerkûkê û amadekariyên ji bo sazdana referanduma serxwebûna Kurdistanê bi wan re gotûbêj bike.

Piştî civînê, Necmedîn Kerîm di konfranseke rojnamevanî de amade bû û naveroka civînê ji medyayan re aşkere kir û ragihand: “Di civînê de behsa wê hat kirin, ku çawan senger werin qahîmtirkirin û werin bihêztirkirin. Em weke îdareya Kerkûkê, çi dikeve ser milê me bo çareserkirina wan kêmasî û pêwîstiyên ku hene. Behsa wan metirsiyan hat kirin, ku li ser Kerkûkê hene, bi taybetî niha operasyona Tileferê wa bi dawî tê. Bi dûr û dirêjî behsa mijara Hewîceyê hat kirin, pêwîstiya rizgarkirina Hewîceyê û pêwîstiya hemahengîkirina di vê bareyê de hat nirxandin.”

Parêzgarê Kerkûkê zêdetir li ser mijara Hewîceyê axivî û got: “Pêşmerge hemû deman amadebûna xwe bo hemahengiya li gel artêşa Iraqê û hikûmeta Iraqê nîşan daye, bi armanca rizgarkirina Hewîceyê û vegera xelkê wê bo cihên xwe.”

Necmedîn Kerîm rexnetên tund li paşxistina operasyona kontrolkirina Hewîceyê girt û diyar kir: “Pêwîst bû ku operasyona Hewîceyê berî Tileferê bihatiba kirin, niha jî piştî Tileferê eger were paşxistin, tawaneke mezin e ku derheqê xelkê Hewîceyê û Kerkûkê de tê kirin.”

Mijara awareyan mijareke din a axavtina Necmedîn Kerîm bû û derbarê vê mijarê de jî Kerîm tekez kir: “Gelek dilgiranî hene, ku hejmareke zêde ya xelkê parêzgehên Diyale, Selahedîn, Bexda û derdora Kerkûkê mane. Sedema wê jî ev e ku hikûmeta Iraqê rê nade wan ku vegerin. Piraniya wan li ser arîşeyên tayifî nevegeriyane cihên xwe û rê bi wan nayê dan. Ev mijar jî bi dûr û dirêjî di civînan de hatin behskirin  û civîn jî dê dem bi dem berdewam bin.”

Derbarê referanduma serxwebûna Kurdistanê de jî, ku biryar e 25ê Îlona 2017ê were sazkirin, Parêzarê Kerkûkê got: “Bêguman di civînê de behsa referandumê hat kirin. Hêza Pêşmerge, Polîs û Asayişê hemû amade ne, ku rewşa ewlehiya bajêr bi başî biparêzin û xurt bikin, daku referandum bi şêweyeke baş birêve biçe, bêyî ti destwerdanek ji ti aliyekê ve bi taybet eger terorîstan û nehezên xelkê Kurdistanê bixwazi karekî nexwestî li Kerkûkê bikin.”

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.