
Hêmen Hewramî:li kongreya Munich kesekî ji Barzanî re ne got li dijî serxwebûnê ye
Alîkarê Serokatiya Herêma Kurdistanê Hêmen Hewramî ragehand ku, li kongreya Munichê ti kesî ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re ne got behsa pirsa serxwebûnê neke.
Îro, Alîkarê Serokatiya Herêma Kurdistanê Hêmen Hewramî derbarê dirûstkirina dewleta Kurdî û astengiyên encamdana wê piroseyê simînarek li zankoya Cîhan li bajarê Hewlêrê pêşkêş kir.
Di destpêka simînara xwe de Alîkarê Serokatiya Herêma Kurdistanê Hêmen Hewramî ew pirs kir ku, gelo heta niha me kariye bersiva lojîkî û siyasî ya pirsa çima serxwebûnê dixwazin bidin? got:"Bê guman em naxwazin paşeroj weke ya niha û berê be, divê paşeroj cuda be û ne weke niha û berê be."
Hewramî amaje bi wê yekê jî kir ku, di berdewamiya dîrokê de Hikumeta Iraqê hewl dida demê me wenda bike û her demekê jî xalên xwe yên lawaz hebûn, ew xal dibûn rêgir ji mere daku xwe bi hêztirbikin.
Herwiha Alîkarê Serokatiya Herêma Kurdistanê Hêmen Hewramî da zanîn ku, çend sedem hene, hişt miletê Kurd berê xwe bide serxwebûnê, ji wan jî heta ku, em nebin xwedî serwer nikarin bibin endam di yek hevpeymaniyên navnetewî de, em nikarin esmanê xwe kontirol bikin, di mehên borî de ji ber mûşekên Rûsyayê bo Sûriyê daxwaz ji hikumeta Iraqê hat kirin ku, 3 rojan esmanê Herêmê daxin û ti firokeyeke medenî nikarî li firokxaneyên Herêmê çûnûhatinê bikin.
Hewramî ew yeke got:"Heta em nebin xwedî dewlet ew nebin xwedî netew û şiyariyekî siyasiya hevbeş, pêwîstiya me bi niştîmansaziyê heye."
Herwiha Hewramî amaje bi dilgiraniya welatên Herêmî kir û got ku, dirûstbûna dewleta Kurdî nabe metirsî û hereşe li ser ti welatekî, lê dibe ciheke ewle bo parastina sînoran, derbarê vê babetê got ku, welatên herêmî heta niha dilgiranin û dixwazin bizanin gelo eger Herêma Kurdistanê serbixwe bibe Kurdên perçeyên din yê Kurdistanê wê rewşa wan çawe be?.Herwiha telez kir ku, bila welatên herêmî piştrasbin dewleta Kurdî nabe metirsiyek li ser ti alî.
Di heman simînarê de Alîkarê Serokatiya Herêma Kurdistanê Hêmen Hewramî behsa civînên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel welatên Amerîka û Ewropa kir û tekez kir ku, ti kesî ne got nabe hun behsa pirsa serxwebûnê bikin û got ku, taybet di civînên Munichê ti kesî ji Serokê Herêmê re ne got nabe tu pirsa serxwebûnê behis bikî.
Di dema borî de şanda hevbeş a Partî û Yekîtî li gel qonsil û nûnerên welatên cîhanê li Herêma Kurdistanê civiyan, babeta serke jî encamdana referandom bo serxwebûna Kurdistanê bû.
Alîkarê Serokatiya Herêma Kurdistanê Hêmen Hewramî behsa civîna li gel qonsil û nûnerên welatan kir ku, ti aliyekê dilgiraniya xwe derbarê pirsa serxwebûnê dilgran nebûn, tenê çend pirs arasteyî şanda hevbeş kirin.
Herwiha Alîkarê Serokatiya Herêma Kurdistanê Hêmen Hewramî behsa pirsên ku, ji aliyê hin qonsilan ve hate kirin, mîna qonsilê Amerîka, Almanya û Brîtaniya derbarê encamdana referandomê û encamên pêwendiyên li gel Hewlêr û Bexda de kir.
BasNews
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.