1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Hejmarek perlemantarên kurd nameyekê dişînin ji serokomarê Îranê re
Hejmarek perlemantarên kurd nameyekê dişînin ji serokomarê Îranê re

Hejmarek perlemantarên kurd nameyekê dişînin ji serokomarê Îranê re

A+A-

 

 

Derbarê girava birçîbûnê ya ku hejmarek welatiyan li hin bajar û deverên rojhelata kurdistanê li dijî seppandinên Îranê dest pê kirine û wek nerazîbunek li hember biryarên xalên sînorî ligel herêma kurdistanê û rêgirtin ji bo karkirina kesan ya li ser sînoran, hejmarek perlemantarên kurd nameyek ji serokomarê Îranê Hesen Rûhanî re şandin e.

 

 

Ligor wê nameya ku bi zmanê Farisî hatiye nivîsandin û kopyek wê bidest peyaminêrê Sputnîk kurdistan ketiye, perlemantarên nunerên bajarên Sine, Bokan, Bane, Seqez, Merîwan, Pîranşar û çend navçeyên din di perlemantoya Îranê de daxwaz ji serokomarê Îranê Hesen Ruhanî û berprsên ewlehî kirine ku bi zûtirîn xalên sînorî li hember hemwelatiyan vekin ji bo ku bikaribinn karê xwe yê bazirganî liser sînor bikin.

 

Herwiha di nameyê de tê gotin "di salên şerê nêvbera lraq û Îranê de xelkê navçeyên ser sînorê rojhelata kurdistanê zirar û ziyanên mezin bûn û di heman demê de bi hemû karînên xwe parêzvanî ji xaka welatê xwe re kirin, lê niha ev nabe ku bi hin behaneyan karê bazirganî yê xelkê ser sînor bên astenkirin.

Tê gotin berî çend rojan xelkê bajêr yê ser sînorê rojhelata kurdistanê ligel herêma kurdistanê wek ku nerazîbunek anîn ziman û sifreyên vala li ser kolanan raxistibûn û gotin rêgirtina li ber bazirganiyê sifreyên malan valakrine.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.