1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Hejmarek koçber û penaberên kurd li sînorê Tirkiye û Yunanîstanê hatin girtin!
Hejmarek koçber û penaberên kurd li sînorê Tirkiye û Yunanîstanê hatin girtin!

Hejmarek koçber û penaberên kurd li sînorê Tirkiye û Yunanîstanê hatin girtin!

A+A-

Serokê saziya lûtkeya karûbarên koçber û penaberan ragehand, hejmarek koçber û penaberên kurd ên rûniştvanên qeza Ranyayê ji aliyê polîsê Tirkiyê ve li sînorê Tirkiye û Yunanîstanê hatine girtin.

Serokê saziya lûtkeya karûbarên koçber û penaberan Arî Celal ji BasNewsê re ragehand: ‘’Duh êvari 15.07.2019ê nûnerê saziya lûtkeya karûbarên koçber û penaberan li Tirkiyê em agahdar kirine ku 17 koçber û penaberên kurd ên rûniştvanên qeza Ranyayê dema xwestina sînorên Tirkiyê re derbas bibin û xwe bigehînin Yunanîstanê, ji aliyê polîsê Tirkiyê hatin girtin.’’

Herwaha got: ‘’3 ji wan ciwanan di dema girtinê de karîne xwe derbaz bikin û ji dest polîsê Tirkiyê birevin.’’

Herwaha got: ‘’Biryare îro 16.07.2019ê nûnerê saziya me serdana wan 14 koçber û penaberan bike û karên wan asan bike û alîkariyên pêwîst pêşkeşî wan bike, ku demeke zû karûbarên yasayî temam bikin û ji herêma Kurdistanê re bên rêkirin.’’

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.