1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Hejmara qurbaniyên vîrusa Koronayê li Îranê gihîşt 92 kesan
Hejmara qurbaniyên vîrusa Koronayê li Îranê gihîşt 92 kesan

Hejmara qurbaniyên vîrusa Koronayê li Îranê gihîşt 92 kesan

A+A-

Wezareta Tendirustiya Îranê îro ragihand, ji duh ve heta îro 15 kesên din bi vîrûsa Koronayê li wî welatî canê xwe ji dest dane û hejmara qurbaniyên vê vîrusê gihîştiye 92 kesan.

Serokê Ofîsa Ragihandinê ya Wezareta Tendirustiya Îranê, Kiyanûş Cehanpûr îro di konferanseke rojnamevanî de li Tehranê ragihand, hejmara kesên ku li Îranê bi nexweşiya vîrusa COVID-19 ketine gihîştiye 2 hezar û 922 kesan û 92 kes jî bi sedema vê vîrusê canê xwe ji dest dane.

Kiyanûş Cehanpûr diyar kir, ji duh ve heta îro 586 kesên din bi vê vîrusê ketine, ku rêjeya herî zêde li Tehran, Qum û Gîlanê bûye.

Bi gotina Cehanpûr, ji duh ve heta îro danê nîvro 253 kes li Tehranê, 101 kes li Qumê û 35 kes jî li Gîlanê tûşî vîrusa COVID-19 bûne.

Ji destpêka belavbûna vîrusa Koronayê li Îranê, rêjeya herî zêde ya tûşbûn û mirina bi vê vîrusê li hersê parêzgehên Tehran, Qum û Gîlanê hatiye tomarkirin.

Serokê Ofîsa Ragihandinê ya Wezareta Tendirustiya Îranê amaje bi amarên parêzgehên din ên Îranê jî kir û destnîşan kir,  9 kes li Mazenderan, 8 kes li Simnan, 9 kes li Gulistan, 9 kes li Azerbaycana Rojhilat anku Tewrêz, 4 kes li Sine, 15 kes li Kirmaşan, 7 kes li Îlam, 5 kes li Loristan, 27 kes li Xûzistan, 14 kes li Fars, 6 kes li Zencanê, 8 kes li Erakê, 25 kes li Qezwîn, 19 kes li Elborz anku Kerecê, kesek li Çar Mihal û Bextiyarî, 14 kes li Kirman, 8 kes li Belûçistanê, 8 kes li Xurasana Rezewî û kesek jî li Xurasana Bakur bi vîrusa Koronayê ketine.

Bi gotina Cehanpûr, ji destpêkê ve heta niha 552 kes jî ku tûşî Koronayê bibûn, baş bûne.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.