1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin ji 76 hezar û 700 kesî derbas bû
Hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin ji 76 hezar û 700 kesî derbas bû

Hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin ji 76 hezar û 700 kesî derbas bû

A+A-

Hejmara kesên bi şewba koronavîrusa tîpa teze (Kovîd-19) ya li Vuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket holê bi wan geriya ji 76 hezar 700 kesî derbas bû.

Ji ber şewba Kovîd-19an heta niha 2 hezar û 247 kesan can da. Li erdnigariya Çînê 2 hezar û 236, li Herêma Îdareya Taybet a Hong Kongê 2 kes, li Îranê 2 kes, li Japonyayê 3 kes, li Koreya Başûr kesek, li Tayvanê kesek, li Fransayê kesek û li Filipînanê jî kesek ji ber şewbê can dan.

Şewba Kovîd-19an li erdnigariya Çînê bi 75 hezar û 465 kesan, li Herêma Îdareya Taybet a Hong Kongê bi 69 kesan, li Herêma Îdareya Taybet a Makauyê bi 10 kesan ra hat tesbîtkirin û li Tayvanê jî bi 24 kesan ra şewba Kovîd-19 derket.

Li gor daneyên ji saziyên tenduristiyê yên welatên lê Kovîd-19 hat dîtin hatin berhevkirin hejmara kesên pê ketin wiha ye:

"Japonya 727, Koreya Başûr 156, Sîngapur 85, Tayland 35, Malezya 22, Awistralya 17, Vîetnam 16, Almanya 16, Amerîka 15, Fransa 12, Îngiltere 9, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban 9, Kanada 8, Îran 5, Îtalya 3, Hindistan 3, Filipinan 3, Rusya 2, Spanya 2, Nepal 1, Srî Lanka 1, Kamboçya 1, Belçîka 1, Swêd 1, Fînlandiya 1, Misir 1."

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.