1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Hefteya bê Ereb, Tirkmen û Kurd li hev dicivin
Hefteya bê Ereb, Tirkmen û Kurd li hev dicivin

Hefteya bê Ereb, Tirkmen û Kurd li hev dicivin

Rojnamevan û şîrovekarê siyasî Arif Qurbanî ragihand, hefteya bê Ereb, tirkmen û Kurd kom dibin û pêwîste Kurd li gel Tirkmen û Ereban rêkevtî bin, ne YNk bi tenê. Ji ber ku nabe meydan bo Erebekî şovenîst were terikandin û dirêjiye bide siyaseta erebîkir

A+A-

 

Şîrovekarê siyasî Arif Qurbanî di dema başdarîbûna bulteneke Rûdawê de li ser hewlên YNKê li Bexdayê bo postên Kerkûkê got: “YNK niha bi germî li ser karkirina Encûmena Parêzgeha Kerkûkê û diyarkirina parêzgarekî kar dike. Ji bo vê yekê jî ev zêdetirî hefteyekê ye, şandeke YNKê li Bexdayê ye, bi taybet piştî diyarbûna serokomar.

 

Şîrovekarê siyasî bal dikişîne ser wê metirsiyê ku Kerkûk bibe sedem, ku careke din navmala Kurdî ji hev dûr bikevin û dibêje: “Girîng e parêzgarekî Kurd were diyarkirin. Eger PDK bo karkirina encûmena parêzgehê çend gavan were pêş, bêguman YNK amade ye wê li ber çavan bigire, ku bi rizamendiya hemû aliyan kesekî bike berbijêr.”

 

Arif Qurbanî dibêje: “Li gor zanyariyên min heta niha li ser hinek prensîban li hev kirine lê negihîştine rêkevtineke dawîn. Bereya Tirkmen postê parêzgariyê dixwaze, aliyê Ereban jî di wê baweriyê de ye bo parêzgariyê Erebek wer diyarkirin û heta hilbijartina bê li şûna xwe bimîne. YNK jî bi rijd e ku wê parêzgariyê bidin Kurdan û di nav Kurdan de jî bidin YNKê.”

 

Qurbanî behsa civîneke hefteya bê dike û dibêje: “Biryar e ku hefteya bê li baregeha Serokatiya Komarê civîneke sê alî di navbera Tirkmen, Ereb û Kurdan çêbibe. PDK û YNK wek aliyên Kurdî bow ê civînê hatine vexwendin lê ne diyar e ku PDK dê beşdarî bibe an na. Ger PDK neçe, YNK dixwaze ev rêkevtin were cîbicîkirin, bo çalakirina encûmena parêzgehê kar were kirin û li ser bingeha rêkevtina 2007a post were dabeşkirin.”

 

Li gorî nêrîna wî şîrovekarê siyasî niha bilez tişta pêşiyê bo Kurdan pêwîst ew e, ku zemînê xweş bikin bo “seqamgiriya Kerkûkê bi beşdarî pêşmerge were parastin, kar bikin ku pêşmerge biçine Kerkûkê, li gel aliyên kêmahî hêza hevbeş pêk bînin, Kurd hewl bidin asayişê vegerînin Kerkûkê û zemînê bo hemû aliyan xweş bike ku vegerin Kerkûkê.”

 

Arif Qurbanî li ser ew kesê niha nave wî bo berbjirêriya postê parêzgariya Kerkûkê derbas dibe got, “birêz Xalîd Şiwanî hatiye pêşniyazkirin bo postê parêzgariya Kerkûkê.”

Ev şîrovekarê siyasî hêvî dike beriya ku YNK naçar be û biçe li gel Bexdayê rêkevtî be an jî merc û daxwazên Ereb û Tirkmenan bo wergirtina postê parêzgariyê qebûl bike, dibêke: “Hêvî dikim di nav mala me ya Kurdî de vê bikin. Rêkevtineke siyasî û civakî ya Kurdî li gek Tirkmen û Ereban bikin, ne YNK bi tenê biçe rêkevtinê.”

 

Li ser yekalîkirina postê parêzgariya Kerkûkê ji aliyê YNKê ve bêyî rizamendiya PDK û karîgeriya vê ya li ser proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê,, Arif Qurbanî di wê baweriyê de ye: “Pêwistiya Kerkûkê bi wê yekê heye, ku parêzgarekî Kurd bo wê were diyarkirin. Nabe ew meydanê bo Erebekî şovenîst biterikînin, ku bi eqlê şoven ê serdema Beisê careke din dirêjiyê bide siyaseta Erebîkirinê. Ji ber vê yekê ger PDK an jî aliyên din neçine pêş, bêguman YNK naçar dibe li gel Ereb û Tirkmenan rêkevtî bibe û parêzgar diyar bike.”

 

Arif Qurbanî di wê baweriyê de ye encama vî karî dê li ser Kurdistanê hebe û got: “Ji ber ku wê demê dibe PDK jî di ware pêkanîna hikûmetê de bi cûreyekê ji cûreyan zêdetir li ser para hilbijartinê bifikire, li gor lihevkirina siyasî an liberçavgirtina rastiya Kurdistanê, ji ber ku wê demê dibêje YNK bo li Bexdayê baweriyê bi piraniyê û kêmahiyê heye? Hûn bi wê bawer dikin ku li Kerkûkê ji be rku piraniya dengan li gel YNKê ye, parêzgar bo wê be? Wê demê divê ew jî qebûl bikin, ku li Kurdistanê piraniya postan aliyê xwe be. Bo wê yekê hêvî dikim him YNK vê li ber çavan bigire, him jî PDK hebkî nerm bibe û ew boykota li hemberî Kerkûkê bişkîne.”

 

Ew şîrovekarê siyasî di derbarê 16ê Cotmehê de û bûyerên piştî wê rojê de got: “Nabe ji ber wê bûyera 16ê Cotmehê em pişta xwe bidin Kerkûkê. Ger em bikevin dû bingeha nirxandinên rewşa siyasî Kurdistanê  ya rabirdûyê bo niha, ku wate di rabirdûyê de em çend caran şikestine û dest bi xebatên xwe kiriye û serkevtin jî nebûye. Lê me sere xw enedaniye. Niha bo bûyerên Kerkûkê her kes navekî lê dike. Bo min ne pirsgirêk e ku çi nav  li 16ê Cotmehê tê kirin. Lê di rastiyê de 16ê Cotmehê radestkirina Kerkûkê ye bo Bexdayê. Niha Bexda Kerkûkê birêve dibe. Nabe Kerkûk her wiha rune û lomeyan ji yên din bikin. Gelo ev xiyanet bû an ne xiyanet bû, gelo me baş kir ku şer neanî Kerkûkê an xirab kir me ew li cih hişt. Ev guftûgoyan li Kerkûkê kêşeyên me çareser nake, çareserî ew e, hemû hêzên siyasî bi giraniya xwe careke din Kerkûkê di ber çavan re derbas bike û dest bi xebatê bikin.”

Etiketler : , , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.