1. HABERLER

  2. EDİTÖRDEN

  3. HEC BIRAHÎMÎ YE, SIMAYÎLÎYE, SEKNA HACERÎYE/Editörya
HEC BIRAHÎMÎ YE, SIMAYÎLÎYE, SEKNA HACERÎYE/Editörya

HEC BIRAHÎMÎ YE, SIMAYÎLÎYE, SEKNA HACERÎYE/Editörya

A+A-

 

Em di wextekî pîrozda ne ku ev deme demê heca Birahîm pêxemberê tewhîdîye. Eve demekî wesa ye ku evd / mirov ji ber Xwedê Teala dest ji hemu tiştan diberde. Hec tête meneya evîna Xwedê Teala ku Smayîl pêxember xwe bi teslîmiyete mazin xwe dike namzedê qohrîbunê, dayka wi Hacer jî ji ber qurban buna Smayîlê xwe xwe şaş nake û diriya xwed3e da teslîmîyeteke mazin nîşa dide.

Ji ber meseleyeke giring ya berî nihe bi sedan salan hec ji bo me misilmanan buye îbadet. Hec mehşereke wesaye ku ew kesên Smayîlên xwe gohrî diken / dişên / dikarin ji hecê fahim biken. Hec têgiştina wan kesa ye ew kesên ku dizanin ku jiyan û mirin , wateya hebun û têgihiştinê tenê ji bo riza wi Xwedê ye. Hec merasîmeke wesaye ku her sal bi milyonan misilman ji hemu wasfên xwe azad dibin û provaya mahşerê dikin. Hec provaya rizgarbuna bi milyonan mirovan ji dinyaya direwîne.

Em immeta Îslamê gihiştine eydeke din ya hecê / haciyan. Di nava şert u mercên gelek zehmet û îmtihaneke giran da. Erdnigariya me ya ku deru dorên wê bune pêta agiri û em têda jar u perîşan bune ji ber hinde kesên xêrnexwaz û bêwijdan ji xeynî xwe herkesê qurban dikin. Em li vê dinyaya direwîn xwediyê çi tişti nînin û nabine xwediyê çi tişti lê dîsa jî em malê dinyayê qurban nakin û em dibine qurbanê vê dinyaya rezîl. Ev halê me yê rehet me li vê dinyayê dikêşe nav zîllet û rezîliyê.

Ev tiştên têne serê me ne qedera me ne. Demê ku em ji îmtihanê hayîdar bunu û helwesteke şibya Birahîm û Simayîl û Hacerê nîşa da ev qedera me jî dê xwe guhorîd. Demê ku me gavên ber bi guhorînê ve avêtin qedera me jî dê ber bi guhorîne çîtin û tobe û hec u weqfa me dê cihê xwe girît.

Daxwaza me weke Malbata Ufkumuzê ewe ku ev hece û eyda qurbanê ji bo Alema Îslamê û hemu mirovatiyê bibîte sedema evdîtiya Xwedê, tobeyê û paqijiya bi heq. Em pîrozbahiya xwe pêşkeşî herkesê diken. Eyda we pîroz be.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum