1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. HDP: Li Tirkiyê ti partiyek bêyî piştgiriya Kurdan nikare li ser desthilatê bimîne
HDP: Li Tirkiyê ti partiyek bêyî piştgiriya Kurdan nikare li ser desthilatê bimîne

HDP: Li Tirkiyê ti partiyek bêyî piştgiriya Kurdan nikare li ser desthilatê bimîne

A+A-

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Mithat Sancar dibêje, li Tirkiyê ti partiyeke siyasî bêyî piştgiriya Kurdan nikare li ser desthilatê bimîne.

Hevserokê HDPê Mithat Sancar roja Yekşemê 29ê Mijdara 2020ê serdana bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê kir û di nav bazarê û şûnwarên dîrokî yên bajêr de geriya û li gel welatî û bazariyan axivî.

Mithat Sancar bal kişand ser wê yekê ku desthilata AK Partiyê bi ragihandina amadekarîyên bo reformê li bajarên Kurdî bendewarî li ba xelkê çêkiriye ku qonaxeke nû ya proseya çareseriyê destpê bike û got, ketine nav xeyalan ku piştgiriya Kurdan bidest bixin, “ji ber dizanin ti partiyeke siyasî li Tirkiyê bêyî piştgiriya Kurdan nikare li ser desthilatê bimîne û welat birêve bibe. ”

Hevserokê HDPê got, “Dixwazin bendewariyekê di nav xelkê de çêbikin, derbarê wê taktîka AK Partiyê de, her dema tengav dibe berê xwe dide Kurdan û xeyala wê yekê dike piştgiriya Kurdan werbigire. Ji ber dizane, bêyî wergirtina piştgiriya Kurdan ti partiyeke siyasî nikare li ser desthilatê bimîne û welat birêve bibe.”

Sancar da zanîn ku ji wê dema hikûmeta AKP Partiyê behsa reforman kiriye, guşar zêdetir bûne û got, di hundirê hefteyekê de nêzîka yek hezar kes di operasyonên hêzên ewlekariyê de hatine desteserkirin ku piraniya wan endam, berpirs û alîgirên partiya wan in.

Etiketler : , , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.