
Haaretz: Îsraîl li Sûriyeyê piştgiriya 7 grûbên çekdar dike
Rojnameya Haaretz a Îsraîlê derheqê başûrê Sûriyeyê de raporteke mezin weşand û ragihand ku Îsraîl ji tirsa windakirina Çiyayê Golanê piştgiriya 7 grûbên çekdar ê Sûriyeyê dike.
Raporta rojnameya Haaretzê ji aliyê rojnamevanê pispor ku heta niha gelek caran bi grûbên çekdar re hevpeyvîn kiriye û derbarê mijarê de analîz nivîsandine Alîrebat Chorkov ve hatiye amadekirin.
Alîrebat Chorkov di analîza xwe de got: "Em dibin şahid ku mudaxeleya Îsraîl di mehên dawî yên pêşveçûnên başûrê Sûriyeyê de diguhere. Sedema vê jî serkeftinên artêşa Sûriyeyê yên demên dawî û hebûna Îranê ya li Sûriyeyê ye."
Chorkov di analîza xwe de dibêje: "Piştî girtina odeyên operasyonê yên taybet ên Amerîkayê ku li Urdinê bûn, Îsraîlê piştgiriya gundên ku di bin kontrola grûbên çekdar de ne zêde kir û cara ewil li xwe mikur hat ku alîkariya sivîlên gundê Golanê kiriye. Lê nexwest agahiyên alîkariya çekan bo gundiyan serast bike. Îsraîl bi vê alîkariya pere û çekan dixwaze rê li ber pêşveçûna artêşa Sûriyeyê ya Golanê bigre."
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.