1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Guterres ji bo Idlibê banga agirbestê kir
Guterres ji bo Idlibê banga agirbestê kir

Guterres ji bo Idlibê banga agirbestê kir

A+A-

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres bang kir ku "tevlihevî û tundiya li Idlibê were bidawîkirin û "agirbest" were pêkanîn.

Antonio Guterres li Navenda Giştî ya Neteweyên Yekbûyî daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku li bakurê Sûriyeyê ji ber pevçûnan kêmzêde 900 hezar kes ji cî û warên xwe hatin kirin, zarok ji sermayê dimirin û hiqûqa mirovahiyê ya navneteweyî "bi sîstem" hate binpêkirin.

Guterres destnîşan kir ku li rojavayê Sûriyeyê 2,8 milyon kes hewcedarê alîakriya mirovahiyê ne, ji bo dîtina hewcedariyên kesên di 6 mehên dawîn de ji cî û warên xwe hatin kirin, banga 500 milyon dolar alîkariyê kir.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî wiha axivî: "Hikûmeta Sûriyeyê bi piştgiriya êrîşên ji asmanî yên Rûsyayê ve salek e êrîşan didomîne. Vê mehê di navbera hêzên Sûriyeyê û Tirkiyê de pevçûnên bi kuştin çêbûn. Ev jî ji bilî rewşa mirovaî ya dramatîk a her diçe xirab dibe bi xwe re encamên ku nayên texmînkirin ên mezin tîne."

Herwiha Guterres bang kir ku pêşî li rageşiya mezin divê were birîn "tevlihevî û tundiya li Îdlibê were bidawîkirin û "agirbest" were pêkanîn.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.