1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Grûpeke 23 kesî hatin girtin ku 10 hezar Kurd veguhastine Brîtanyayê
Grûpeke 23 kesî hatin girtin ku 10 hezar Kurd veguhastine Brîtanyayê

Grûpeke 23 kesî hatin girtin ku 10 hezar Kurd veguhastine Brîtanyayê

A+A-

Polîsên Fransa û Holendayê 23 kes bi tometa wê yekê ku bi qaçaxî 10 hezar Kurd derbasî Brîtanyayê kirine, desteser kirin.

Ajansa Eurojust a Yekîtiya Ewropayê a bo hevkariya di warê dadperweriya cezayî de ragihandiye, wê grûpê alîkariya koçberên Kurd dane ku derbasî nav axa Brîtanyayê bibin.

Eurojust diyar kiriye, 19 kes ji endamên wê grûpê li Fransayê û 4 kes jî li Holendayê hatine desteserkirin.

Heman ajansê daye xuyakirin, piştî ku berpirsên Fransayê hejmarek kes dîtine ku otomobîlên wan plaka Holendayê pê ve bûye, ajansê komîteyeke lêkolînê ya navdewletî pêk anî û paşê biryara desteserkirina ji 23 kesan re hat derxistin û ew kes di operasyonên hêzên polîs de li Fransa û Holendayê hatin desteserkirin.

Ajansa Eurojust dibêje, bi alîkriya wê grûpa qaçaxçiyan, koçber ji cihên cuda yên Fransayê ve bo Brîtanyayê hatine veguhastin û li hember veguhastina her kesî jî 7 hezar euro pere ji koçberan wergirtine.

Heman janasê destnîşan kir, tê texmînkirin ku wê grûpa qaçaxçiyan bi rêya derbaskirina wan koçberên neyasayî bo Brîtanyayê, 70 milyon dolar qazanc kiribin.

Li gor heman çavkaniyê, di dema çavdêrîkirina wan kesên qaçaxçî de, hêzên polîs gihîştin sîstemeke neyasayî ya dovîzê (hewaleyên bankî) li Holendayê ku ew sîstem li gor baweriya di navbera aliyan de kar dikir û bi awayekê praktîkî ti pereyeke kaş ji sînoran derbas nedibû.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.