Graham: Em divê metirsiyan ji Tirkiye re jî, ji Kurdan re jî nehêlin
Senatorê Amerika Lindsey Graham bi daxuyaniyekê got: Pêwist e em bijardeyek baş bidin Hevpeymanên xwe yên Kurd, ku ji yên Beşar Esed, baştir be.
A+A-
Senatorê Amerika Lindsey Graham got: YPG tayek siyasî yê PKKê ye, pêwist e em vê arîşê çareser bikin. ku Tirkiye jî, razi be.
Graham da zanîn: Pêwist e em bijardeyek baş bidin hevpeymanên xwe yên Kurd, ku ji yên Bişar Esed, baştir be.
Ji aliyek din ve Graham got: Em deyndarên wan hevpeymanan in, ku ligel me li dijî DAIŞê şer kirin.
Pêwist e em şaşîtiyên xwe, ku Obama û Trump kirin e, bibîn în û arîşeya me bo Tirkiyê derxistiye, çareser bikin.
Graham got: Eger Amerika ji Surîyê derkeve, dê Iran valahiyê tije bike, ev e bo me gelek xerab e û heta DAİŞ nemin e, vekêşanê ragirin.
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.