1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Gorran: YNK hewl dide pêkanîna hikûmetê paşbixe!
Gorran: YNK hewl dide pêkanîna hikûmetê paşbixe!

Gorran: YNK hewl dide pêkanîna hikûmetê paşbixe!

Rêveberê Tevgera Gorran Cebar Mela Elî ragehand, YNK gefa du îdareyiyê wek karteke fişarê bikartîne, lê her partiyeke siyasî hewla du îdarebûnê bide, dê gelê kurd jê zerer bibîne.

A+A-

 

Endamê Civata Niştimaniya Tevgera Gorran Cebar Mela Elî ji BasNewsê re ragehand: ‘’YNK wek karteke fişarê gefa du îdareyiyê dike, lê her aliyeke siyasî eger gefa du îdareyiyê bixwe, yan du îdareyiyê ragehîne, di wê navberê de gelê kurd zerer dike. Ji ber berê ezmûna du îdareyiyê me dît û em dizanin çi ziyanek gehandiye gelê kurd.’’

 

Herwaha got: ‘’Naha YNKê rijd e li ser payeyên zêdetir di kabîneya hikûmeta herêma Kurdistane de wergire, yan jî li gor dilê xwe beşdarî hikûmetê bibin. Lê eger PDK hemû daxwazên YNKê bicîh neyne jî, dibe ku ji bo du îdareyî pêkneyê beşek ji daxwazên YNKê bicîh bîne.’’

Endamê Civata Niştimaniya Tevgera Gorran got: ‘’YNKê eger du kursiyên wê jî heba, dê her daxwaza payeyên bilind kiriba. Ji ber YNKê hêza çekdar heye û bazineya kesk bazineyek berfirehe û ya din jî PDK desthilatê vê herêmê ye ez bawer nakim hesabê bo 21 kursiyên YNKê bike. Lê eger PDK xwastekên YNKê bicîh neyne, YNK nikare du îdareyiyê ragehîne. Ji ber hewl didin pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê paşbixin û demê bikujin.’’

Cebar Mela Elî got: ‘’Dibe ev kabîne bikare pirsgirêkên mûçeyên hemwelatiyan çareser bike. Lê dibe nikaribe bi asanî pirsa krîza siyasî ya herêma Kurdistanê çareser bikin. Bê guman YNK nikare pirsgirêkê li pêş kabîneya Mesrûr Barzanî ava bike. Ji ber YNK pişkekî zêde heye li parlamentoya Kurdistanê û serokatiya hikûmetê. Ji ber wê YNK, Gorran û partiyên din nikarin bandorê li biryarên wan bikin.’’

Basnews

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.