1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Girtiyên Destê Daişê Behsa Eşkence û Çîrokên Xwe yên Bitirs Dikin
Girtiyên Destê Daişê Behsa Eşkence û Çîrokên Xwe yên Bitirs Dikin

Girtiyên Destê Daişê Behsa Eşkence û Çîrokên Xwe yên Bitirs Dikin

Roja Dûşemê Encûmena Parastina Herêma Kurdistanê, tomareke Vîdeoyê liser hind girtîyên ji destê Daişê hatibûn rizgarkirin weşand,

A+A-

Roja Dûşemê Encûmena Parastina Herêma Kurdistanê, tomareke Vîdeoyê liser hind girtîyên ji destê Daişê hatibûn rizgarkirin weşand, dema ku, bi riya operasiyoneke leşkerî ya hevbeş ya komandoyên Amerîkî û Kurd, ji zîndaneke Daişê li bajarokê Hawijah hatbûn rizgarkirin, di Videoyê de 10 kes ji koma 69 Sinîyên Ereb yên rizgarkirî behsa rewşa xwe ya xerab di zîndanên Daişê yên ewqas bitirs dikin ku, çermê serê mirovan radibe.

Ew dibêjin, heroj li me dixistin, em didan ber hêza elektirîkê, lêdana bi têlên resayî, bi kabil û daran li me dixistin, herweha kîsên pilastîkî dixistin serê me, heta  me hişên xwe winda dikir, girtiyên rizgarkirî dîsan didin xweya kirin ku, Daişê hemû şêwazên eşkencê li dij wan encam didan.

Saad Xalaf Alî Faraj yek ji polîsên bajarê Kerkukê ji layê Daişê ve hatbû girtin, yek ji qurbaniyan bû dibêje" Lisdêradana me gelek nizîk bibû, birayekê min bi destê Daişê hatîye serjêkirin, eger hêzên kurdan û Amerîka em rizgar nekirbane niha em mirî bûm.

Saad di Videoya Tomarkirî de dibêje"weha hatbû pilankirin ku siba paştir me lisêdarê bidin, hatin ba me, ji mere gotin, peyamekê jibo malbatên xwe binvîsin, di seat 1:30 sibê de, min dest bi nivîsa peyama xwe kir, lê temam di seat 2:00 de, hêzên dije terror yên Herêma Kurdistanê û komandoyên Amerîkî hatin em ji destê Daişa terosrîst rizgar kirîn".Weke Saad di tomara vîdeoyî tîne ziman.

Herweha Girtiyê destê Daişê Akram Hussein Mohamed Zahir ji Hawijah dibjê "min fermana mirina xwe bidestên xwe îmaze kir, debance kirin di sere min re, gotine min niha tû dê bimirî,"Şehdê bide", yan emê te golebaran bikîn.

Dîsan Mohamed Abdul Jibouri ji Hawijah û Ahmad Mahmoud Mustafa, ji girtiyên rizgarî her yek ji wan bi şêwek cûda behsa serpêhatiya girtina xwe û eşkence û rewşa xwe ya xerab di zîndanên Daişê de tîne ziman.

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.