1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Giravên Yûnanê daxwaza derxistina penaxwazan dikin.
Giravên Yûnanê daxwaza derxistina penaxwazan dikin.

Giravên Yûnanê daxwaza derxistina penaxwazan dikin.

Hikûmeta Yûnanê biryar daye, di nava mehekê de, 2 hezar penaxwaz ji kampên dagirtî yên girava Lesbosê derbixe.

A+A-

Li ser vê yekê, Hikûmeta Yûnanê di daxuyaniyekê de got: Emê 9 hezar kes kes ji nav kampa Moria derxînin, ku niha di 3100 kabînan de dijîn.

Ji aliyê xwe ve, berpirsên wê deverê gefa girtina kampa Moria dikin, heger Hikûmet rewşa kampê baş neke.

Li gorî rêketina sala 2016an, di navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyê de, ew kesên ji Tirkiyê wek penaxwaz derbasî Yûnanê dibin, di kampan de tên desteserkirin, heya ku kaxezên wan bên tomarkirin, lê ji ber ku piroseya tomarkirinê dereng dikeve û penaber jî berdewam derbasî Yûnanê dibin, cih di nav kampan de namîne û gellek pirsgirêkên derûnî û tendirustî di nav penaberan de belav dibin.

Derbarê wan pirsgirêkan, Rêxistina Pizişkên Bêsînor li girava Lesbosê ragihand, ku rêjeya xwekuştinê di nav kampên penaxwazan de, zêde dibe, bi taybetî di nav xortan de, ew jî bi sedema rewşa nemirovî.

Li gorî amaran, nêzîkî 16 hezar penaxwaz li nav kampên giravên Yûnanê dimînin, berpirsên xwecihî li wan giravan ji Hikûmeta welatê xwe dixwazin, ku wan penaxwazan li deverên din akincî bike, ji ber ku niha cihê penaxwazên bêtir di wan kampan de nema ye.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.