1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Geştên esmanî yên Tirkiye û Silêmaniyê destpê kirin!
Geştên esmanî yên Tirkiye û Silêmaniyê destpê kirin!

Geştên esmanî yên Tirkiye û Silêmaniyê destpê kirin!

A+A-

Rêveberiya balefirgeha Silêmaniyê ragehand, bi awayek fermî geştên esmanî yên navbera balefirgeha Tirkiyê û Silêmaniyê destpê kirine û daxwaz dikin balefirgeh nekevin nav milmilane û rikberiya siyasî û berjewendiyên hemwelatiyan li berçava bê girtin.

Îro 26.01.2019ê Rêveberê balefirgeha navnetewî ya Silêmaniyê Tahir Ebdula di civîneke çapemeniyê de ragehand: ‘’Roja 29ê Îlonê 2017ê hikûmeta Tirkiyê bi fermî geştên esmanî yên balefirgeha Silêmaniyê ragirt. Ji wê demê heta naha balefirgeha Silêmaniyê nekariye geştên xwe yên esmanî bo Tirkiyê bike. Lê herî dawiyê bi hewldanên Qubad Talabanî, Nêçîrvan Barzanî û hêz û aliyên din ve geştên esmanî yên navbera balefirgehên Tirkiyê û Silêmaniyê destpê kir.

Herwaha got: ‘’Piştî 16 meh ragirtina geştên esmanî yên balefirgeha navnetewî ya Silêmaniyê, bi keyfxweşî ve îro serê sibehê demjimêr 03.10ê geşta esmanî ya Tirkiyê û Silêmaniyê destpê kir û naha geştyar dikarin bi rêya balefirgeha navnetewî ya Silêmaniyê ve geştê bo Tirkiyê bikin.’’

Tahir Ebdula got: ‘’Em wek aliyeke pîşeyî behsa destpê kirina geştên esmanî yên Tirkiye û Silêmaniyê dikin, ji ber wê em nizanin li hember çi geştên esmaniyên Tirkiyê û Silêmaniyê hatine vekirin. Ji ber wê em daxwaz dikin, balefirgeh nekevin nav rikberiya siyasî û berjewendiya hemwelatiya li berçav bê girtin.’’

Navborî dawiyê de jî got: ‘’Em spasiya hemû aliyan dikin ku hewldan bo ku geştên esmanî navbera Tirkiyê û Silêmaniyê de destpê bikin.’’

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.