1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Gergerlîoglu: Em di zindanê de bin jî parlementerê milletê xwe ne
Gergerlîoglu: Em di zindanê de bin jî parlementerê milletê xwe ne

Gergerlîoglu: Em di zindanê de bin jî parlementerê milletê xwe ne

A+A-

Omer Faruk Gergerlîoglu yê ku parlamenteriya wî hatibû hilweşandin li ser hesabê xwe yê Twitterê parvekirinek kir û tê de got, “Xema min nekin. Moralê min gelek baş e. Ez enerjiya xwe ya erênî ji we re dişînim. Em di zindanê de bin jî parlamenterê milletê xwe ne.”

Omer Farûk Gergerlîoglu yê ku ji ber parvekirineke medya civakî parlamenteriya wî hatibû hilweşandin ş paşê hatî girtin, li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir.

Gergerlîoglu di peyêma xwe de wiha behsa rewşa xwe dike: “Xema min nekin. Ez li ser piya me. Moralê min pir baş e. Ez enerjiya xwe ya erênî ji we re dişînim. Di roja min a yekem a li vir de, hindik mabû bêhêz biketama, lê ez li ser piya me. Rûyê min spî, serê min bilind e. Moral xerakirin tineye. Gelek karên ku em bikin hene. Hûn nikarin ruhê min, evîna min û kêfa min têk bidin. Em di zindanê de bin jî parlamenterê milletêxwe ne. Ez dê bêdeng nemînim, çok nedim. Me pêwîstî bi xîret heye. Dema ku ez bi zordarî li otomabilê siwar kirin, kurê min Salîh got `Bavo miraq neke, em dê rêya te bidomînin.` Ev besî min bû. Ew zalim û zordar in, lê em xwedî sebr, edalet û wijdan in.”

Omer Farûk Gergerlîoglu di berdewamiya peyama xwe de wiha dibêje: “Ez li vê derê di ajandaya hevalekî xwe yê Bogazîçiyê de dinivîsînim. Gotibû `Me di zindanê de bibîrbînin.` herwekî ku dilê xwe diyarî min kirbû. Lênûsk piçûk lê nirxê wê yê manewî bêhempa ye. Ya rastî di têkoşînê de ez kesek im. Pergala tirsê ya ku li ser min dixwazin belav bikin dê li îradeya bihêz ya gel biqelibê, niha jî dê bi heman şêweyî di wijdanê gel de bê nûkirin.”

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.