1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. ‘Ger ku peyva Kurdistanê bê cizakirin divê hun bapîrê xwe Sultan Sencer ciza bikin'
‘Ger ku peyva Kurdistanê bê cizakirin divê hun bapîrê xwe Sultan Sencer ciza bikin'

‘Ger ku peyva Kurdistanê bê cizakirin divê hun bapîrê xwe Sultan Sencer ciza bikin'

A+A-

 

 

Piştî ku berdevkê HDPê Osman Baydemir di axaftina xwe ya Meclisa Tirkiyeyê de peyva Kurdistanê bi kar anî. Li meclisê peyva Kurdistanê bû sedema nîqaşan. Liser vê yekê Nûçeya Baydemir ji 3 paran 2 par hatin birîn. Parlementerê HDPê yê Sêrtê Kadri Yıldırım diyar kir ku "Ger ku bikaranîna peyva Kurdistanê bê sizadan divê Sultan Sencer bê sizadan"

Kadri Yildirim destnîşan kir ku, "Bikaranîn peyva Kurdistanê dengekî muxalif e. Ez dixwazim vêya bidime zanîn ku di serdema 12emîn de ji bo erdnîgaryayeke diyarkirî bi awayekî fermî Siltan Sencer cara ewil bikaraniye. Sultan Sencer bav û kalê tirkan e. Ew hikûmdarekî Selçûkiyan e. Bi ya min dema ku yên ku vê peyvê (Kurdistan) bikarbînin bêne sizadan weke ku tu Sultan Sencer sizadan bike. Eger sizadaneke pereyan bê kirin divê wî (Sultan Sencer) sizadan bikî. Çimkî yê ku bi awayekî fermî Kurdistan ava kiriye Sultan Sencer û pêyrevên wî ne."

 

‘HUN DIKARIN PEYVA KURDISTANÊ LI MECLISÊ QEDEXE BIKIN, LÊ HUN NIKARIN WÊ JI HIŞ Û DILÊ KURDAN DERXÎNIN'

Parlementera HDPê ya Diyarbekirê Feleknas Uca jî diyar kir ku, "Kurdistan ji Osmaniyan heta Tirkiyeyê tenê ne navê cografyayekê ye. Kurdistan her wekî din rastiyeke çandî û siyasî ye. Hun dikarin peyva Kurdistanê li Meclisê qedexe bikin, lê hun nikarin ji hiş û dile kurdan derxînin. Bi desteserkirina îradeya kurdan û têkbirina mafên wan ên sereke, kêşeya kurd nayê çareserkirin."

 

Parlementerê HDPê yê Mûşê Ahmet Yildirim jî diyar kir ku, "înkarkirina termên weke ‘Kurdistan'ê înkarkirina dîroka dêrîn e ya vî welatî ye"

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.