1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Generalê Siûdî: Mafê kurdan heye dewleta xwe ava bikin
Generalê Siûdî: Mafê kurdan heye dewleta xwe ava bikin

Generalê Siûdî: Mafê kurdan heye dewleta xwe ava bikin

Serokê Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn ku navenda wê li Riyadê ye generalê Erebîstana Siûdî Enver Aşkî ragihand ku mafê kurdan heye dewleta xwe ava bikin.

A+A-

Generalê teqawûtbûyî Enver Aşkî di axaftina xwe de got: "Herêma Kurdistanê dikare pirsgirêkê xwe bi rêya diyalogê çareser bike. Gelê ku bixwaze qedera xwe tayîn bike Erebîstana Siûdî li dijî dernakeve. Li gorî baweriya min mafê kurdan jî heye ku dewleta xwe ava bikin."

 

Enver Aşkî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Wekî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî dibeje hikûmeta Iraqê maf û stastuya kurdan pişt guh dike û di encama vê de Iraq perçe bû. Heje polîtîkaya hikûmeta navendî neguhere dê Iraq bibe çend perçeyan. Pêkhate gelekî mexdûr dibin. Divê hikûmeta Iraqê polîtîkaya biguherîne û ji bo kurd dev ji serxwebûnê berdin wan qanih bike."

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.