1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. General Ezîz Weysî: Amerîka îxanet li me kir!
General Ezîz Weysî: Amerîka îxanet li me kir!

General Ezîz Weysî: Amerîka îxanet li me kir!

Fermandarê Hêzên Zerevanî yên taybet General Ezîz Weysî di rojnameya Times ê de gotarek belavkir û nivîsî ku milîsên Şîî yên Iraq û Îranê û artêşa Iraqê axên Kurdistanê dagirkirine û dengdernexistina dewletên Rojavayî jî wekî îxaneta li kurdan pênase kir.

A+A-

Weysî da zanîn ku: "Piştî ku Kurdistanê DAIŞ têk bir û meha borî bi rêya referandûmê me xwest bilez mafên xwe biparêzin. Me fersend dît ku em nîşanbidin ku ji bo Amerîka û dewletên din yên Rojava em şirîkekî xwedî istikrar in. Lê belê di encama bûyerên trajîk de, ji ber êrîşên ku cîranên me tînin ser me û bê eleqedariya cîhanê pêşeroja me xistiye metirsiyeke mezin. Têkçûna me tê wateya têkçûna Amerîka û hemû cîhana azad ku şaristanî û terorîzma tundrew an Îslamî ji hev vediqetînin.
Herwiha Weysî aşkere kir ku; "Milîsên ku axên me dagirkirine di nav xwe de Hizbûlah û Komên Pasdarên Şoreşa Îranê yên terorîst jî dihewînin."

"EM HELWESTA AMERÎKA FÊHM NAKİN"

Weysî di nivîsa xwe de got: Pasdarên Şoreşa Îranê, tanqên M1 Abrams jî di nav de, bi çekên herî teknolojîk yên Amerîkayê bikaranîn û êrîşî mutefîkekî wê kirin. Destûrdana ku çekên Amerîka bikevin destên terorîstan û li ser gelê me jênosîdê pêk bînin ya Serok Trump ê ku gotibû "ez ê aliyekî negirim"teqez îronîyeke û dûrî alî negirtinê ye. Em hê jî fêhm nakin bê çima Serok Trump, alîyê Bexdaya ku di jêr kontrola Îranê de ye girtiye.

"GELO WÊ DESTÛRÊ BIDIN KU ESAD JÎ ÊRÎŞÎ KURDAN BIKE?"

Weysî destnîşankir ku ev polîtika di rojên pêş de wê bigiehe encamên gelekî berfireh û weha pê de çû: Kurdên Suriyeyê her çi qasî pêkhateyek cuda bin jî, dema îxaneta li me hatî kirin dîtin û anîn berçavê xwe ku çi qasî ji koalîsyonê re bikêrhatî ne, em meraq dikin ka dê çi bifikirin. Gelo Amerîka, ji bo yekîtiya axên Suriyê dê li wir jî bihêle ku milîsên bi piştgiriya Îranê êrîşî kurdan bikin.

 

"MUTEFÎKÊN ME JI BO IRAQÊ EM FIROTIN"

Weysi nîşan da ku li gel hemû xerabiyan pêişmergeyên me ji derveyî, warê sîyaseta heyî di mijara şer de wê her tim bi biryar bin. Mutefikên me ji bo qezenckirina hikûmeta Bexdayê ku berî bi demeke dirêj xwe firotiye Îranê û dê tu caran berê xwe nede Rojava Kurdistan firotin. Tu dolarên Amerîka an jî jiyana wê nikare Iraqê bike mutefîkekî cîhana hemdem, demokratîk û xwedî îstikrar, êdî wext hatiye ku ji vê xewnê şiyar bibin û şensekî bidin me.

"JI BILÎ ME ŞENSEKÎ DIN YÊ ROJAVA Û AMERÎKA TUNEYE"

Weysî herî dawî weha got:"Amerîka û Rojava, ji bo li aliyê azadiyê bisekinin, ji bilî ku bi me re bisekinin pê ve ne xwedî şensekî din in. Hinek ji van gotinanan ji bo mutefîkên me derman in, lê belê ku ji raborîyê aqil negrin, li Iraqê bobelat li bendî me ne.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.