1. YAZARLAR

  2. Ziyaeddîn Embarî

  3. Gelo Çima Kurd Ketin Vê Rewşê?
Ziyaeddîn Embarî

Ziyaeddîn Embarî

Yazarın Tüm Yazıları >

Gelo Çima Kurd Ketin Vê Rewşê?

A+A-

Li gorî min, doza Kurd û Kurdistanê, dozeke pîroz e. Çimkî ev dehwa, dehwayeke hiqûqî ye, parastina mirovahîyê ye, xwedîderketina li mezlûman e, di heman demê de ev doz, doza Nebî Mûsa ye. Ji ber vî qasî, divê kesên ku bi vî karî re mijûl dibin; paqij bin, rast û durist bin. Ne durû û rureş bin, miletperwer bin, fedakar û wefakar bin, di rêya heq de bin, ruhê wan gelî bin, ne genî bin. Ne wiha be, wê bi ruhekî qirêj çawa bi dujminê weka gamêş têbikoşin. Ez bawer dikim ku ev ruh heya îroj hebû ye û wê ji vir û şûn de jî hebe. Heke ev ruh tunebûya, ev du sed sal e ku agirê serhildanê di nav Kurdan de pêketîye û nêzî 30 carê ye ku ev agir gav pêdikeve, gav jî ditefe; lê sed mixabin bi tu awayî dawî lê nayê, mimkun e? Wisa xuya dike ku heya fermana ku ji bo İbrahîm Xelîlullah (Enbîya 69) tecellî kiribû li ser Kurdan jî tecellî nebe, ev agir wê di nava çîyayê volkanan de xwe her daîm nîşan bide.

Îroj, çiraya ku Qazî Mihemmed li meydana Çarçirayê pêxist, bûye meşale û pêşîya Kurdan ronî dike. Û ev meşale, bi saya bez û donê laşê şehîdan çiqas diçe ewqas ronahîya wê, qur dibe. Di heman demê de, meşaleyên ku ji xwîna şehîdan çêbûne îroj hevdû girtine, bûne lehî û ber bi zaliman ve diherikin. Hem îroj zalim ji tirsa vê laserê hinek pêngav avêtine û hebûna Kurdan qismen nas kirine; lê mixabin hinek rêxistin û sîyasetmedarên Kurd jî îroj di nav gola xwîna şehîdan de asê mane û ji ber ku ajnêberîyê baş nizanin li ber xeniqînê ne. Xelqê, ji xwîna şehîdên xwe "ala" û azadî derxistibin û Kurd jî îroj di nav xwîna şehîdên xwe de bifetisin, wê ev eyb ji bo Kurdan bes be û di sere jî biqelibe.

Gelo çima Kurd ketin vê rewşê?

Wisa xuya dike ku rêxistinên ku li ser navê Kurdan tevdigerin, ketin nava şaşîyê, wesfên ku min di serî de anî ziman, winda kirin. Bi aqilmendî û hişmendî hereket nekirin. Her hal dost û dijminên xwe baş nas nekirin. Em dikarin bibêjin gelên xwe jî rind nas nekirin. Hatin lîstika ê li hemberên xwe, ji doza Kurd û Kurdîstanê xwe dûrxistin, nûnertîya temamê gelan hildan pişta xwe, derên xwe li nexweşên cinsî (LGBTî) jî vekirin. Ma gelo Xwedê Kurd ji bo temamê aleman re şandine? Gelo çima Kurd xwe wek Loqmanê Hekîm dibînin, an jî xwe dikin şûna Xocê Xizir? Gelo çima barê xwe wisa giran dikin. Hal ev e ku derdên wan jî û nexweşîyên wan jî besî wan e. Tirk dibêjin "Berê can, dû re canan."

Divê PKK û HDP nehatana lîstikên dewletê. Çimkî, dewlêtê mêze kir nikare PKK'ê li nav çîya û banîya biqedine, PKK bi hişmendî kişande nav bajaran, hem jî bajarên ku ji bo Kurdîtîyê navend in. Ew bajar hilbijêrtin. Gelo dema ku PKK'ê çek û bombe kişand nava bajaran û hendeq vekirin, dewletê çima di serî de dengê xwe nekir? Her wekî min got, ji bo îmhakirinê bû û wan ev sîyaseta xwe jî tetbîq kir. Lê mixabin PKK' jî bû aletê vê sîyasetê. Piştî her bajarê ku hate xirakirin, şer kişand nava bajarekî din. Bi vî awayî, navendên Kurdîtîyê, tev hatin şewitandin û xira kirin.

Piştî vî şerî;

1- Kurd koçber bûn, bêmal û bêwar man. Hinek din jî ketin nava belengazîyê,

2- Navendên Kurdîtîyê xira bûn, Kurdperwer bela bûn,

3- Kurd, ji Partîyê, dilsar bûn. Têkilîyên partîyê û gel sist bû,

4- Bi hezaran xortên Kurd jîyana xwe ji dest dan. Û hîn jî didin. Ne pêwist e Partî di vê şaşîyê de îsrar bike,

5- PKK'ê keda xwe ya 30-40 salî, di van çend mehên dawî de heba kir,

6- Wisa berdewam bike, Partî tenê ne mîlitanê xwe, dê sempatîzanê xwe jî winda bike,

7-Windakirina PKKê, di heman demê de tê wateya windakirina Kurdan jî. Ji ber vî qasî, divê PKK, ji bo berjewendîyên gelê xwe zêde hesas be,

8- Em dikarin bi kurtasî bibêjin Dewleta Tirkîyê heya niha di nava Kurdan de tim neheq hatîye dîtin; lê di vî şerê dawî de dewlet, di nava ekserê Kurdan de her wekî ketîye nav pozîsyoneke heqdarîyê. Ji bo dewletê, ev xal tenê qezencek mezin e û bes e jî,

9- Wisa tê fêmkirinê, ger ku dewlet di bajaran de bi ser keve, wê bi operayonek bejayî ya berfireh dê here ser Qendîlê. Divê PKK, ji aniha de, hesabê vê operasyonê bike,

Gelo çareserî çî ye?

1- Ya gere gelê Kurd tev rabin ser pîyan, tev bi hev re bibêjin "Ya Kurdîstan yan jî neman" û şer bidomîne. Heya ku dewlet teselîya xwe ji Kurdan bixîne û Kurdan serbest berde.

Ev xal, ji realîteyê dûr e û rêyeke herî dûr û xedar e. Kurd bi tu awayî, ji vê rêyê re, ne amade ne. Ne wisa hêzeke wan, ne jî binesazî û hişmendîyeke wan a mîlî heye.

2-Kurd karibin bala hêzên navnetewî bikşînin ser xwe arîkarîyê ji dewletê mezin bigirin, dibe ku bigîhîjin heqên xwe.

Ev jî rêyek talûke ye. Hem hêzên navnetewî, bi hêsanî Tirkîyê navêjin û destê Kurdan nagirin. Destê Kurdan bigirin jî, bîr û bawerî bi wan nayê. Dibe ku aqubeta gelên Armenî, Suryanî û Nestûrîyan bête serê Kurdan jî.

3-Kurd û Tirk, dikarin destên hevûdû bigirin û bi çavê rehmê li hevûdû binerin û dewletê nûjen bikin û bi makezagoneke nû, dewletê bikin dewleteke herî demokratik û gelê Tirkîyê tev xwe tê de bibînin û bikaribin bi rehetî bibêjin ev dewlet dewleta me ye jî. Herwiha dema xelqê Kurd bixwazin, karibin bi rêya referandûmê serxwebûna xwe jî bigirin.

Ev rê, rê ya herî maqûl e. Û ji bo Tirkîyê û gelên Tirkîyê tevan re baştir e. Lê mixabin ev rê wisa rêyek rehet nîn e. Hem bingeh nîn e, hem jî gelê serdest bi rehetî vê rêyê qabûl nake û di heman demê de rêyek dirêj e jî.

4- Kurd dikarin dev ji rîya çekdarîyê berdin û mucadeleya xwe bi xwe re bikin. Ji bo ziman, çand, huner; bi kurtasî ji bona temamê nirxên xwe seferberîyek milî îlan bikin. Zimanê Kurdî di nav civakê de her daîm zînde bikin. Divê Kurd berê gîyan û jîyana xwe bi zimanê xwe azad bikin. Êl û dînê xwe jî baş nas bikin.

Ev rê ji bo Kurdan rêyek herî xêrtir û mayînde ye. Û ez jî vê rêyê dipejirînim. Ji bo vê rêyê, destekyar im.

                                                                           XULASEYÊ KELAM WESSELAM.

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum