1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Gelek rêveberên HDP û DBPê hatin binçavkirin
Gelek rêveberên HDP û DBPê hatin binçavkirin

Gelek rêveberên HDP û DBPê hatin binçavkirin

Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê polîsan bi ser gelek mal û cihên kar de girtin û hejmarek endam û rêveberên HDP û DBPê desteser kirin.

A+A-

 

Li gor medya Tirkiyê, operasyonên girtin û binçavkirina rêveber û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) berdewam in. Vê sibê roja Çarşemê li qezayên navenda Amedê polîsên Tirkiyê bi ser malên rêveberên HDPê de girtin.

 

Di serdegirtinên malan de Hevserokê Rêxistina Qezaya Rezan a HDPê Necmettin Burakmak, Serokê Navçeya Yenîşehîrê Vahap Gunay, Hevserokê Navçeya Kayapinar a HDPÊ Haluk Eyupaglu, Hevserokê Qezaya Rezan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Alî Alkan, Rêveberê DBPê Ramazan Ungur û Rêveberên HDPê Osman Don û Sait Demir hatin binçavkirin.

 

Polîsan Rêveberên HDP û DBPê birin Rêveberiya Asayîşê ya Amedê û hat ragihandin ku eger heye hejmara binçavkirinan zêde bibe. Derbarê sedema binçavkirinê de heta niha ti agahî nehatine belavkirin.

 

Rêveberên HDP û DBPê yên ku hatine binçavkirin, 17-18ê Mijdarê li avahiya HDPê ya Amedê bo piştgirîkirina çalakiya Parlamentera HDPê Leyla Guven ketibûn greva birçîbûnê.

Etiketler : ,
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.