1. HABERLER

  2. ARŞİVİMİZ

  3. FU`AD HUSEYN: WELATÊN EWROPA JI BO HERÊMA KURDISTANÊ MATMAYÎ MANE Û PIŞTEVANÎYA WÊ DIKIN
FU`AD HUSEYN: WELATÊN EWROPA JI BO HERÊMA KURDISTANÊ MATMAYÎ MANE Û PIŞTEVANÎYA WÊ DIKIN

FU`AD HUSEYN: WELATÊN EWROPA JI BO HERÊMA KURDISTANÊ MATMAYÎ MANE Û PIŞTEVANÎYA WÊ DIKIN

A+A-

Serokê dîwana serokatîya herêma kurdistanê Fu`ad Huseyn ragihand, ku welatên Ewropa li beramber rewşa niha ya herêma kurdistanê matmayî ne û dane xuyakirin, ku ew dê bi hemû awayî piştevanîya herêma kurdistanê bikin. Serokê dîwana serokatîya herêma kurdistanê di evê bareyê de bêjedanek da kanala Televiziyona Kurdistan û tê de giringtirîn mijarên dîdar û kombûnên navbera serokê herêma kurdistanê û berpirsên welatên Îtaliya, Almaniya û Brîtaniya pêşan da.


Fu`ad Huseyn got: ji ewan mijarên giringên ku di navbera serokê herêma kurdistanê û berpirsên evan welatan de hatin behskirin, nerîna kurdan a di bareya rewşa niha û ayindeyê Iraqê, kurd ayindeyê Iraqê çawa dibînin, rewşa Iraqê ya piştî encamdana hilbijartinên evê dawîyê yên encûmenên parêzgehan û pirsên aborî bûn.

Di beşekî dinê bêjedana xwe de Fu`ad Huseyn got: hemû berpirsên ewan welatan, ewên ku dîdar û kombûn bi wan re hatin kirin, amadebûna xwe ji bo alîkarîkirina herêma kurdistanê dan nîşandan.. ewan gotin, ku ew dê bihên investkarî li herêma kurdistanê bikin û sermayeyên xwe lê bixebitînin.. berpirsên evan welatan gotin, ku ew dê alîkarîya xelkên herêma kurdistanê bikin û dê piştevanîya ezmona herêma kurdistanê bikin.. berpirsên evan welatên Ewropa gelek caran digotin, ku ew ji bo rewşa herêma kurdistanê matmayî ne.

Fu`ad Huseyn weha jî got: rast e ku niha hinek kêmanîyên me hene û di navxweyîya me jî de gilî û gazin jî hene, belê heger mirov derve dibîne û bi nerînek din dinere, weha nîne.. heger em evê rewşa niha bi rewşa berê re berawird (beramber) bikin, dê cudayî gelek be.. yan jî heger em rewşa herêma kurdistanê bi rewşa Iraqê re berawird bikin, dê gelek cudayî hebin.. heger ew berpirsana jî evê berawirdîyê dikin, destxweşîyê li me dikin û pesnê me didin û ji me re dibêjin hûn li ser rêya rast in.

pna

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.