1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. FRANSA: EM BALYOZXANEYA XWE JI TEL AVÎVÊ BAR NAKIN
FRANSA: EM BALYOZXANEYA XWE JI TEL AVÎVÊ BAR NAKIN

FRANSA: EM BALYOZXANEYA XWE JI TEL AVÎVÊ BAR NAKIN

A+A-

 

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drîan di derheqê biryara Emerîkayê ya barkirina balyozxaneyê bo Qudusê got: Nîyeta Fransayê nihe nîne ku balyozxaneya xwe ji Tel Avîvê bar bike cihekî din.

 

Le Drîan beşdari weşana zîndî ya radyoya RTL yê bu û di derheqê biryara Trump ya Quduse û mijarên din da daxuyanî da.

Le Drîan got: Hewceye Filîstînî neyêne bêhîvî kirin û perspektîfeke nu ji bo wan were dayîn. Îsraîl jî wezîfeyên xwe bîne cih. Ji ber vê demê Serokê me Macron roja yekşemiyê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahu hevdîtin pêk anî ji Netenyahu ji bo Filîstînê daxwaza jestekê kir.

Le Drîan got: Li gorî encamên pêvajoya aşîtiyê em dê rewşê nirxînin û barkirina balyozxaneyê jî li gorî rewşa wi demi nirxînin.

♦ufkumuzhaber/kurdî

 

 

           

 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.