1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Fransa bang li Hikûmeta Iraqê dike ku mafên yasayî yên kurdan re pabend be
Fransa bang li Hikûmeta Iraqê dike ku mafên yasayî yên kurdan re pabend be

Fransa bang li Hikûmeta Iraqê dike ku mafên yasayî yên kurdan re pabend be

A+A-

Nûnera fermî ya Wezareta Karên Derve ya Fransayê Agnes Romatet-Espagne ji Hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê banga dîyalogê kir û ji Bexdayê daxwaz kir ku di dema operasyonên leşkerî yên li herêmên girêdayî Herêma Kurdistanê têne derbazkirin de mafên kurdan ên yasayî re pabend bimînin.

 

Nûnera fermî ya Wezareta Karên Derve ya Fransayê  di civîna çapemenîyê de ragihand ku bi hikûmeta Iraqê û rayedarên herêma Kurdistanê re di nav kontaktê de ne û ji Hikûmeta Iraqê daxwaz dikin ku mafên kurdan ên yasayî re pabend bin.

Agnes Romatet-Espagne her weha destnîşan kir ku Parîs ji rayedarên kurd jî li benda helwesteke berhemdar e û got: “Em ji hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz dikin ku di çarçoveya Destûra Iraqê de bi Bexdayê re dest bi dîyalogê bike”.

Nûnera fermî ya Wezareta Karên Derve ya Fransayê  bi bîr anî ku Fransayê piştgirî da deklerasyona Konseya Ewlekarîyê ya NY (KENY) ya pejirandina destpêkirina guftûgoyên lezgîn ên bi armanca çareserkirina krîzê û parastina yekpareyîya Iraqê. Agnes Romatet-Espagne got: “Li ser wî esasî em amade ne di hemû hewildanên NY yên kêmkirina rageşîyê û lêgerînên rîyên çareserîya sîyasî ya ji bo Iraqê de beşdar bibin”.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.