1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Fraksiyonên Kurdistanê: Hewl tê dayîn sînorê Xaneqînê bê aloz kirin
Fraksiyonên Kurdistanê: Hewl tê dayîn sînorê Xaneqînê bê aloz kirin

Fraksiyonên Kurdistanê: Hewl tê dayîn sînorê Xaneqînê bê aloz kirin

A+A-

Fraksiyonên Kurdistanê li encûmena nûnerên Iraqê daxuyaniyek hevpar belav kirin û ragehandin çend dest hewl didin sînorê Xaneqînê aloz bikin, ziyan bigehînin hemwelatiyan û cotyarên Xaneqînê û terorê pêktînin û ew hewldan şermizar kirin.

Daxuyaniya fraksiyonên Kurdistanê waha ye:

Bo raya giştî

Bo hemû aliyên peyvendîdar

Wek ji bo hemû aliyan aşkera ye di heyama borî de li sînorê Xaneqînê û gundên derdora wê ji aliyê terorîstan û çend destekî reş ên ne diyar ve, berdewam hewla alozkirin û ziyan gehandina hemwelatiyan û cotyaran tê dayîn. Ji ber wê jî zêdetir ji 40 şehîdên ji hemwelatiyan û hêzên ewlehiya wî sînorî çêbûne û ziyaneke mezin ê madî jî geheştiye navçeyê.

Wek diyare heta naha jî ew kiryar ne rawestane û naha di dema dirûna keda yek salan a cotyarên wî sînorî, ew destê reş ne rawestaye û bi şewitandina dexil û danê hemwelatiyan û agir berdan û hilweşandin û bombe çandina li zeviyên gundan ve, di yek heftiyekî de çar hemwelatî şehîd bûn ku yek ji wan mamosta ye.

Ji ber li gel em vê yekê şermizar dikin, ew tewanên kirêt û hewldan û planên reş ên terorîstan û ew destên ku çavê wan bi aramî û pêkvejiyana bajar ranabe û pêbar nabe, pêwîste di cîh de, serokkomar, serokwezîr û serokê encûmena nûnerên Iraqê, aliyên peyvendîdar bên ser xetê û rêya pêwîst bilez bidin berxwe bo rêgirtina li zulma li hember bajarê Xaneqînê û rûniştvanên wê tê kirin bê rawestandin.

Em naha hemû di rewşekî ne asayî de jiyana dikin û li pêş metirsiya bicîh hiştina bi komî ya navçeyê û zeviyên cotyaran de ne. Em jî wek nûnerên kurd, ev babet nav parlamentoya Iraqê me kir rojev, ji bo ku hemû alî rûyê rast ê wan neheqiyan bibînin û çareseriyekî lezgîn pêşbixin.

Silav li ruhê paqij ê hemû şehîdan, Silav li serbilindî û berxwedana gelê Xaneqînê û gundên derdora wê.

Fraksiyonên Kurdistanê li encûmena nûnerên Iraqê

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.