1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Firokeyên Tirkiyê çiyayê Qendîlê bombebaran dike
Firokeyên Tirkiyê çiyayê Qendîlê bombebaran dike

Firokeyên Tirkiyê çiyayê Qendîlê bombebaran dike

Bi hinceta hebûna baregeh û navendên Gerîlayên PKKê.

A+A-

Bi hinceta hebûna baregeh û navendên Partiya Karkirên Kurdistanê (PKK), firokeyên şer yên Tirkiyê çen dever li derdora çiyayê Qendîlê bombebaran kirin.

Li gorî zaniyariyên BasNews, îro 19 Mijdarê seet 5 êvarî hejmarek firokeyên şer ên Tirkiyê, bi hinceta hebûna Gerîlayên PKKê, çend deverên çiyayê Qendîlê bombebaran kirin, berdewam ew firoke bi ser deverên Qendî û Kelşîn û deverên sînorî dofirin, heta niha ziyanên wan opersyonan nehatine nas kirin.

Ji 22 meha 7 ya vê salê de û piştî kuştina 2 polîsên Tirkiyê li Bakurê Kurdistanê ku, Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê leşkerî yê PKKê ye perpisiyaretiya xwe derbarê kuştina van herdu polîsan da nîşan, ji 24 meha 7 de Tirkiyê ragehand ku piroseya aştiyê hate weşandin û ji wê rojê de berdewam baregeh û navendên PKKê li Bakur û Başûrê Kurdistanê bordûman dike û Şer di navbera PKKê û Tirkiyê de berdewame heta niha bi dehan kes bûne qurbaniya vî şerî û gelek bajarên Bakurê Kurdistanê rastî ziyanên mezin hatine.

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.