1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Firokeyên Sûriye û Rûsyayê navçeya kêmkirina şer bombebaran dikin
Firokeyên Sûriye û Rûsyayê navçeya kêmkirina şer bombebaran dikin

Firokeyên Sûriye û Rûsyayê navçeya kêmkirina şer bombebaran dikin

A+A-

Di encama bombebaranên firokeyên şer ên Sûriyê û Rûsyayê, li 24 demjimêrên borî de 9 kes li navçeya kêmkirina şer hatine kuştin.

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan belav kiriye, firokeyên şer ên Sûriyê û Rûsyayê bajarokên Xan Şîxon, Meare Niman û hejmareke gundên parêzgeha Îdlibê, bereyên şer ên Til Milih, Elcibîn û bajarokê Keferzêta yên parêzgeha Hemayê, bajarokê Kebane yê çiyayê Kurdan, hejmareke gundên çiyayê Tirkmanan yên parêzgeha Lazqiyê, herweha gundê Fafrtîn yê rojavayê Helebê bombebaran kirin e. Topxaneya Sûriyê jî, hejmarek wan navçeyan topbaran kiriye, û di encam de 9 welatiyên sivîl hatine kuştin û bi dehan kesên din jî, brîndar bûn e.

Rewangehê eşkere jî kir, dibe ku hejmara kuştiyan zêde bibe, ji ber ku birînên hejmareke brîndaran giran e.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.