1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Filistînê hemû peymanên bi Îsraîlê ra hatine kirin rawestandin
Filistînê hemû peymanên bi Îsraîlê ra hatine kirin rawestandin

Filistînê hemû peymanên bi Îsraîlê ra hatine kirin rawestandin

A+A-

Serokdewletê Filistînê Mehmûd Ebas ragihand ku hemû peymanên ku bi Îsraîlê ra hatine kirin hatin rawestandin.

Ebas piştî civîna ku konseya Navendî ya Rêxistina Rizgariyê ya Filistînê (RRF) li Qesra Serokatiyê ya li bajarê Ramallahê ya li Şerîaya Rojava ya dagirkirî li dar xist daxuyanî dan.

Serokdewlet Ebas got ku hemû peymanên ku bi Îsraîlê ra hatin kirin hatin rawestandin û ji bo ku ev biryar bikeve meriyetê dê mekanîzmayekê ava bikin.

Ebas bangî civaka navneteweyî kir "Di serî da wêrankirinên Îsraîlê yên li Taxa Wadî El -Hummusa ku li herêma Sur Bahîrê ya li Qudsa Rojhilat a dagirkirî cî digire jib o ku îxlalên li axa Filistînê bên rawestandin demildest dest bi xebatê bike" û wiha axivî:

"Heta ku gelê me mafên xwe bi dest nexe ne li herêmê ne jî li dinyayê dê ne aştî ne jî ewlehî û îstiqrar serdest bibe. Wext dirêj jî be kurt jî be dê dewleta dagirker ya kirêt dê hilweşe dê dewleta me ya qedîm azad bibe."

Konseya Navendî ya Filistînê ya girêdayî RRFyê di civîna xwe ya di heyama 30yemîn a di cotmeha 2018an da jî heta ku dewleta Filistînê binase biryara "naskirina Îsraîlê" rawestîne.

- Çi bibû?

Mehkemeya Bilind a Îsraîlê meha borî ji ber ku hin avahiyên li Sur Bahîrê nêzî bariyerên têl ên ku dewama Dîwara Veqetînê ye îdia kir ku "ji bo ewlehiyê xetere ye" biryara xirakirinê dabû û heta 18ê hezîranê ji bo xirakirina avahiyên wan wext dabû xwediyê milkan.

Li ser vê Filistînî jib o ku xirakirina 10 avahiyên ku biqasî 100 daîreyan pêk tên û hin ji wan înşeat in bê rawestandin serî li Mehkemeya Bilind dabûn lêbelê mehkemeyê serlêdan red kiribû.

Hêzên Îsraîlê roja duşemê li Qudsa Rojhilat a dagirkirî bi hinceta ku nêzî bariyerên têl ên berdewam Dîwara Veqetînê (Şermê) ye dest bi xirakirina hin malên Filistîniyan kiribû.

Pispor hişyarî didin ku dibe ev biryara mehkemeya Îsraîlê bibe sedem ku li herêmên din ên Filistînê jî gelek mal bên xirakirin.

Di çarçoveya "Peymana Osloyê ya Duyemîn" a ku di navbera Filistîn û Îsraîlê da di sala 1995an da hat îmzekirin Şerîaya Rojava wek herêmên A, B û C hatibû veqetandin. Birêvebiriya "Herêma Ayê" ya ku ji sedî 18 e wek îdarî û ewlehî di destê Filistînê da ye, birêvebiriya îdarî ya "Herêma Byê" ya ku ji sedî 21 e di Filistînê da "ewlehiya" wê di destê Îsraîlê da ye û "birêvebiriya îdarî û ewlehiya" herêma Cyê ya ku ji sedî 61ê dihewîne jî ji Îsraîlê ra hiştibûn.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.