1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Fermandeyê Pêşmergeyên Rojava: Îro yan sibê, emê her vegerin Rojava
Fermandeyê Pêşmergeyên Rojava: Îro yan sibê, emê her vegerin Rojava

Fermandeyê Pêşmergeyên Rojava: Îro yan sibê, emê her vegerin Rojava

A+A-

Fermandeyê pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê (Pêşmergeyên Roj) ragihand, îro yan sibê ewê her derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.

Fermandeyê pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê Mihemed Receb ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, PYDê xeletiyek mezin kir ku nehîşt pêşmergeyên Roja derbasî Rojava bibin. Me ti carî negotiye emê bibin alternatîfa hêzên PYDê. Em dibêjin emê bibin hevparêzên Rojavayê Kurdistanê.

Mihemed Receb her wiha gotiye, Amerîka hewl da PYDê razî bike da ku pêşmergeyên Roja derbasî Rojava bibin lê PYDê qebûl nekir. Me jî qebûl nekir em bikevin bin fermana PYDê. Em dixwazin bi hevbeşî kar bikin.

Fermandeyê pêşmergeyên Roja daye xuyakirin ku ew naxwazin biçin li Dêrazor û Reqayê şer bikin, ji ber ku ew der ne xaka Kurdistanê ne û gotiye, îro yan sibê emê her derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin ji ber ku ew der war û zêda me ye.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.