1. YAZARLAR

  2. Ziyaeddîn Embarî

  3. Ez Mame Di Hîkmeta Xwedê Da, Kurmanc-İ Di Dewleta Dinê Da
Ziyaeddîn Embarî

Ziyaeddîn Embarî

Yazarın Tüm Yazıları >

Ez Mame Di Hîkmeta Xwedê Da, Kurmanc-İ Di Dewleta Dinê Da

A+A-

Îroj di dinyayê de li 42 ciyan şer didome. Lê mixabin wekî her demê, şerê herî qirêj li ser axa Kurdistanê dimeşe. Ji berê de, milletên din jî li hevbiketina, dîsa Kurd di nav lingan de çûne. Ger ku kîn û xereza wan bi hev re hebin jî, Kurd ji xwe re weke astengiyekê dîtine. Pirê caran bi Kurdan re şer kirine, qetlîamên mezin li ser Kurdan bikaranîne.

Ev 1000 sal berê jî wisa bûye, 500 sal berê jî wisa ye, mixabin îroj jî wisa ye. Tim gelên din di tearuzê de ne, gelê Kurd jî di parastinê de ye. Bala xwe bidin Melayê Cizîrî (1570-1640) ew vê rewşê di dîwana xwe de li derên cuda wisa tîne ziman:

 

 

Zorbe weh têtin Ereb, têk çivandin qeseb

Qencî bi çavan me dî, ceng û cîdala cemel

 

Turkê xwînrêz û xumarî, me bi yek xemzeyekî

Zuhdê çil salê li min zêr û zeber kir ji esas

Li ber çewkan û kaşûyan

Ji derba Turk û Hindûyan

Dibazim her wekî goyan

Dema ew têne meydanê

 

Rom û Ecem ji her teref

Hindî û Zengî sef bi sef                                     

Ceng û suwaş e wan bi xef

Hatine ber lîwayê zulf

 

Wê demê jî Kurd bi tenê bûn, bêxwedan û bêkes bûn, îroj jî bê xwedî u bêkesin. Pirên caran li ser navê miletên din şer dikirin. Kurd wê demê jî tim bêdewlet bûn, bêtifaq bûn, bêhêvî bûn, perîşan bûn, belengaz bûn. Ahmedê Xanî vê rewşê bi dirêjahî û hesteyarî tîne ziman. Xwezî werin em li Ahmedê Xanî (1650-1707) guh ragirin:

Saqî tu ji bo Xwedê kerem ke

Yek cur’eyê mey di Camê Cem ke

Saki! Allah aşkına lütuf eyle, şöyle buyur

Cem’in Kadehi’ne bir yudum şarap doldur

Bextê me ji bo me ra bibit yar

Carek bibitin ji xwabê hişyar

Mümkün müdür bize dost olsun bahtımız?

Bir kez olsun derin uykudan uyanmamız

Da Cam bi meyê cîhannuma bit

Her çi me îrade ye xwuya bit

Doldur ki bu kadeh bizlere cihanı göstersin

Ne muradımız var ise ortaya bir çıkıversin

Îdbara me wê gîha kemalê

Aya bûye qabilê zewalê?

Artık son haddini bulmuştur talihsizliğimiz

Bundan sonra düşüşe geçecek mi dersiniz?

Qet mumkin e ev ji çerxê lewleb

Tali’ bibitin ji bo me kewkeb?

Mümkün müdür feleğin dönmesi lehimize?

Mümkün mü bir şans yıldızı doğsun bize?

Rabit ji me jî cîhanpenahek

Peyda bibitin me padîşahek

Mümkün mü bizden bir hükümdar kalksa?

Bizim içimizden bir padişah ortaya çıksa?

Ger dê hebûwa me padîşahek

Laîq bidiya Xwedê kulahek

Eğer biz Kürtlerin de bir padişahı olsaydı

Ve Allah o padişaha bir taç layık bulsaydı

Te’yîn bibûwa ji bo wî textek

Zahir vedibû ji bo me bextek

O padişaha tayin edilmiş olsaydı bir taht

O zaman açılacaktı bize yepyeni bir baht

Hasil bibûwa ji bo wî tacek

Elbette dibû me jî rewacek

Eğer olsaydı o padişahın giyeceği bir taç

Elbette o zaman biz de görecektik revaç

Xalib nedibû li ser me ev Rûm

Nedibûne xerabeyê di dest bûm

O zaman bize galip gelmezdi bu Romlar

Olmazdık baykuşun konduğu yıkıntılar

Mehkûmun ‘eleyh û se’alîk

Mexlûb û mutî’ê Tirk û Tacîk

Olmazdık başkasının yönettiği miskinler

Türk ve Farslara yenilip emrine girenler

Teb’iyetê wan egerçi ‘ar e

Ew ‘ari li xelqê namidar e

Gerçi o kavimlere bağımlı olmak ayıptır

Ama bu, Kürt ileri gelenlerinin bir aybıdır

Namûs e li hakim û mîran

Tawan çi ye şa’ir û feqîran

Bu, Kürt hükümdar ve beylerinin aybıdır

Şair ve fakir kesimlerin ne güçleri vardır?

Herçî bire şîri destê hîmmet

Zebt kir ji xwe ra bi mêrî dewlet

Kimler uzatmış ise kılıca gayret ellerini

Erkekçe elde etmişler kendi devletlerini

Lewra ku cîhan wekî ‘erûs e

Wê hukim di destê şîrê rûs e

Çünkü bu dünya âdeta bir gelin gibidir

Ona hükmetmek yalın kılıcın elindedir

Pirsî min ji dinê ev bi hîkmet:

Mehra te çi? Gote min ku:Hîmmet

Dünyaya bilgece sordum: Başlığın nedir?

Bana şöyle dedi: Benim başlığım gayrettir

Ez mame di hîkmeta Xwedê da

Kurmanc-i di dewleta dinê da

Şaştım kaldım ne var Allah’ın hikmetinde

Ki Kürtler şu dünya devletinin içerisinde

Aya bi çi wechî mane mehrûm?

Bîlcumle ji bo çi bûne mehkûm?

Acaba neden böyle mahrum kalmışlar?

Neden dolayı hep “yönetilen” olmuşlar?

Ev Rom û ‘Ecem bi wan hesar in

Kurmanci hemî li çar kenar in

Romlar ve Farslar Kürtleri kuşatmışlar

Kürtlerin tümü dört parçaya ayrılmışlar

Herdu terefan qebîlê Kurmanc

Bo tîrê qeda kirîne amanc

Bu iki cephe Kürtlerin karşısına geçmiş

Onları imha etme oklarına hedef etmiş

Goya ku li ser heddan kilîd in

Her taîfe seddek in sedîd in

Kürtler sınırların üzerinde sanki kilittir

Kürt Aşiretleri orada sağlam birer settir

Ev qulzumê Rom û behrê Tacîk

Gava ku dikin xurûc û tehrîk

Kızıldenizi andıran şu Rom ve Acemler

Ne zaman ortaya çıkıp hareket etseler:

Kurmanc dibin bi xwûnê mulettex

Wan jêk ve dikin mîsalê berzex

Kürtler her seferinde kana bulanıyorlar

Berzah misali birbirlerinden ayırıyorlar

Lew pêkve hemîşe bêtifaq in

Daîm bi temerrud û şîqaq in

Bunun için hiçbir zaman ittifak etmezler

Sürekli birbirlerine diklenip isyan ederler

Ger dê hebuwa me îttîfaqek

Vêkra bikra me înqiyadek

Eğer birlik ve beraberlik içinde olsaydık

Birbirimize uyup ittifakımızı kursaydık

Rom û ‘Ereb û ‘Ecem bi temamî

Hemiyan ji me ra dikir xulamî

Tamamıyle Romlar, Araplar ve Farslar

Hepsi de bizim için hizmetçi olacaktılar

Tekmîli dikir me dîn û dewlet

Teshîli dikir me îlm û hîkmet

O zaman tamamlardık dini ve devleti

Elde edecektik hem ilmi hem hikmeti

 

 

 

 

 Ebdurrehmanê Aqtepî (1850-1905) jî dibêje:

Bizanin ku şa‘ir ji Kurdan hene

Ji ‘uşşaqê Turk û ‘Ecem, zêde ne

 

Welî bêxudan in, nehin me reîs

Ku meqbûlî bin nik wî, şî‘rê selîs

 

Me jî ger hebûya xudanek çunîn

Guhernas û qîmetşunas û emîn

 

Ji Kurdan, gelek şa‘irê sîhrîdar

Bi nexme dihatin, wekî mûsîqar

 

Welî, çun me dîtin ku em bêkes in

Ji bêçaregî, kes bi me nahesin

 

Ji kerema xwe re herî dawi li Şêx Mihemmed Can(1858-1910) jî guhdar bin:

Turkî hene nîne Kurdîwarî

Kurdî wekî kenzelê veşarî

 

Qet nîne kesek ji xelqê Ekrad

Leyla sîfet ew bi ah û feryad

 

‘İşqê qeh nekirne ew belakêş

Hîcrê qeh nekirne ew cîgerrêş

 

Min dî hene, lêkî bê mecal in

Pur ‘aqil û sahibê kemal in

 

Sahib huner û xwudan hewes bûn

Lê şuphetê teyrekî qefes bûn

 

Wan nîne muşîr û ne debîrek

Ne padîşehek ne wan wezîrek

 

Peyda bikira me ger emîrek

Sahib huner û xwudanê şîrek

 

Ev Turk û ‘Ereb Tetar û Faris

Carek bibûna li ber me naqis

 

 

Diqqet bigrên salên 1500 î, 1900î û îroj dîmen heman yek e. Vê carê rewşa îroj ne pêwîst e em bibêjın, jixwe her kes dibîne û di heman demê de jî dijî.

Di dawiyê de, ez dikarim bibêjim doza Kurd û Kurdistanê, dozeke hiqûqî ye. Çimkî li ser Kurdan neheqiyek tê meşandin. Ev neheqî li gorî temamê hiqûqên gerdûnî û alemgiştî suc e. Divê Kurd jî di çarçoveya hiqûqê de têkoşîna xwe bidin. Doza Kurd dozek mirovahîyê ye. Ji ber vî qasî divê kurd ji di mucadeleya xwe de bi mirovahî hereket bikin. Di heman demê de doza Kurd û Kurdîstanê dozeke dînî ye. Çimkî dîn bi xwe jî ji bo zilm û zordestî û ji bo xerabî û neheqi jî ortê bête rakirin, hatiye şandin. Heta dikarin dînên xwe bijîn. Ji ber vî qasî divê Kurd di tevgerên xwe de ne li dijî bir û baweriyan bin. Di derheqê dîn de dibe kû kêmber bin, lê tu car  ne li hember bin.

Pêxember( s.x.l) dibêje “ Ger ji we kê munkerek (xerabî, neheqî, nebaşî) dît, ku ji wî/wê hat bila bi destê xwe, nebû bila bi zimanê xwe mudaxeleyê bike, ew ji nebû bila bi dilê xwe buxz bike û ji wê munkerê dûr bikeve” (Tirmizî, Fîten, 11; îbnû Mace, Fiten, 20)

Gelo îroj munkerên (nebaşî û xerabî û neheqi) herî mezin li Kurdan nayê kirin?

Gelo îroj ev tiştên ku tînin an jî têne serê Kurdan ne munker in? Belê munkerin. Wê demê Kurd jî divê li gorî vê hedisê tevbigerin û ji xwe re vê hedîsê rêbaz bigrin.

 

XULASEYÊ KELAM WESSELAM...

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.