1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Esed: Em dê serweriya xwe li tevahiya axa Sûriyê bisepînin lê pêngav bi pêngav
Esed: Em dê serweriya xwe li tevahiya axa Sûriyê bisepînin lê pêngav bi pêngav

Esed: Em dê serweriya xwe li tevahiya axa Sûriyê bisepînin lê pêngav bi pêngav

A+A-

Serokê Sûriyê, Beşar Esed di hevpeyvînekê de li gel televîzyona fermî ya hikûmetê li Şamê ragihand, rêkeftina Tirkiyê û Rûsyayê ya di derbarê navçeya aram de “erênî” ye û rê li ber gelek tiştan girtiye. Beşar Esed got, ew dê serweriya xwe li tevahiya axa Sûriyê bisepînin, lê ev yek dê pêngav bi pêngav û hêdî hêdî be.

Beşar Esed got, bi rêkeftina Rûsyayê ya li gel Tirkiyê, hem hêzên Sûriyê çûne navçeyên bakurê Sûriyê û hem jî Rûsyayê kariye rê li Amerîka, Tirkiye û projeya Almanyayê ya ji bo navçeya aram bigire.

Serokê Sûriyê di derbarê rêkeftina HSDê û hikûmeta Şamê de jî ragihand, derbasbûna hêzên wan bo bakurê Sûriyê, tenê di warê leşkerî de nîne, çendîn warên din ên xizmetguzarî û beşên din jî li xwe digre.

Beşar Esed got, ew dê serweriya xwe li tevahiya axa Sûriyê bisepînin, lê ev yek dê pêngav bi pêngav û hêdî hêdî be.

Derbarê çarenivîsa Kurd li Sûriyê de jî, Beşar Esed got, dive daxwazên pêkhateya Kurd ji cudaxwaziyê bêne cudakirin. Di vegera dewletê bo navçeyên bakur de dive pêkhateya Kurd li ber çav were girtin.

Esed herwiha bi dabeşkirina Kurdan bi çend beşan diyar kir, grûpeke Kurd hene ku pêwnediya wan li gel dewletê baş û niştimanî bûye, lê belê beşek jî sîxûr bûn û pişta xwe dane Amerîkayê.

 

Têkildarî rewşa Idlibê jî, Serokê Sûriyê da xuyakirin: “Terorîstên Idlibê dive birevin, ran xwe radest bikin, yan jî dê şer çê bibe. Destpênekirina operasyonê li Idlibê jî ji bo wê yekê ye, ku xelkê sivîl rizgar bibe û xwîna serbazên me nerije.”

Beşar Esed amaje bi wê yekê kir, ku Sûriye, Rûsya û Îran di eniyekî şer de ne û hev dikemilînin û tekez kir: “Nabe derfet hebe ku Amerîka li Sûriyê bimîne. Amerîka dost be yan dijmin, encama wê her yek e, her nerastgo ye.”

Esed herwiha ji ber zelalbûna helwêstên Donald Trump, da xuyakirin, ku Trump baştirîn Serokê Amerîkayê ye.

Di derbarê komîteya nivîsandina destûra Sûriyê de jî, Serokê Sûriyê got, di warê yasayî de ew di nava wê komîteyê de cîh nagrin, lê nayê wê wateyê ku ew li gel çareseriyê nînin.

Beşar Esed destnîşan kir, niha dewletek li Sûriyê heye û xelkê Sûriyê piştevaniya wê dike, lê aliyên din bi piştevaniya Tirkiyê kar dikin. Esed diyar jî kir ku hinek aliyên ku di nava komîteya destûrê de cîh digrin, nûnertiya grûpên terorîst jî nakin û nizanin ka nûnertiya kê dikin.

Beşar Esed got, ew razî nabin ku aliyekî sîxûr û terorîst nûnertiya xelkê Sûriyê bike.

Etiketler : , , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.