1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Êrîşeke xwekujî li dijî Wezareta Derve ya Lîbyayê pêk hat
Êrîşeke xwekujî li dijî Wezareta Derve ya Lîbyayê pêk hat

Êrîşeke xwekujî li dijî Wezareta Derve ya Lîbyayê pêk hat

A+A-

 

Îro li Terablus a paytexta Lîbyayê, êrîşeke xwekujî li dijî avahiya wezareta derve ya wî welatî hate encamdan, ku li gor zanyariyên destpêkê di encamê de kuştî û birîndar hene.

 

Li gor zanyariyan, xwekujekî di nava baregeha Wezareta Derve ya Lîbyayê de xwe teqandiye.

Li gor agahiyên destpêkê, di encama vê êrîşa xwekujî de, kesek hatiye kuştin û 5 kes jî birîndar bûne.

Polîsê Terablusê ragihand, Hejmarek çekdaran dest bi ser avahiya Wezareta Derve ya wî welatî de girtine.

Polîs herwiha daye xuyakirin, hejmarek karmendên Wezareta Derve ya Lîbyayê ji aliyê çekdaran ve rehîne hatine girtin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.