1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Êrîşa DYE ya Sûrîyeyê dengeyên hêzê naguherîne
Êrîşa DYE ya Sûrîyeyê dengeyên hêzê naguherîne

Êrîşa DYE ya Sûrîyeyê dengeyên hêzê naguherîne

A+A-

 

 

Şêx Naîm Qasimê alîkarê sekreterê tevahîya Ḥîzbullahê weha di bîr anî: “Ḥîzbullah naxwaze li ser mijara raperka êrîşa muḥtemel a DYE (Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê) yan Îsraîlê ya bi ser Sûrîyeyê ve bi awayekî eşkere qayîşê bikişîne û li alîyekî din jî li ser senaryoyên hê pêk nehatine biaxife.

 

Îsraîl baş dizane eger ji alî rejima wan ve binpêkirinek rû bide dê Ḥîzbullah çi bike.

Eger bi destê rojava berra êrîşeke pirralî ya sînorkirî-tixûbkirî were kirin, li Sûrîyeyê raperka alîyên bi vê mijarê ve girêdayî jî dê li gora bipêşveçûnên meydana şerî be. Lêbelê vegotineke polemik a li ser firehbûna krîzê nîşan dide ku herêm dê were binpêkirin û şer jî nêzîk e.

Ji alî teyareyên şerî yên Îsraîlê ve ji qada asîmanî ya Libnanê bimbekirina Sûrîyeyê di heman deme de binpêkirina Libnanê jî tê ḥesabkirin û gelê Libnanê û ḥikûmeta wê ji alî Îsraîlê ve ji bo êrîşkirina ser Sûrîyeyê bikarhatina vî welatî gunehbar dike.

Hebûna Îranê ya Sûrîyeyê bi dan û standina bi ḥikûmeta Sûrîyeyê pêk tê û ev rewş, li gora qanûnê navneteweyî qanûnî ye.

Qasim, di heman demê de ji alî Îsraîlê ve bimbakirina firokxaneya eskerî Tîfûra li çola Ḥumsê wek sûc û kuştineke li dijî Sûrîye û Îranê bi nav kir û di bîr anî ku encamên bêsînor ên vê tevgerê yên nikarin werin gumankirin hene.

Qasim weha got: “Hîç tirseke Ḥîzbullahê tune ye ku bêje ew li Libnanê naxwaze li dijî Îsraîlê şerekî bide destpêkirin. Ji ber ku hemû bizavên Ḥîzbullahê di binyatê xwe de li ser parastin û diberxwedanê ne. Yekî ku li ser rêça bipêşveçûnên ji sala 2006ê ve ḥeta niha be dê tê bigihîje-fehm bike ku pêşîktîya Ḥîzbullahê xurtkirina tevgera parastinê ye û ji bo êrîşê tev negerîyaye. Ji ber vê yekî, berpirsê-mesûlê pêşîn û paşîn ê her çi şerekî Îsraîl e.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.