
Êrişa balafirên cengê yên siûdî ser medreseyekê li Yemenê
Di encama êrişa balafirên cengê yên siûdî ser medreseyekê li bajarokê Mewzê li parêzgeha Teizê de herîkêm 3 sivîl hatin kuştin.
Li gorî rapora têlêvîzyona Al Mesîrê ya Yemenê, di encama vê êrişê de rêvebirê medresê jî hatîye kuştinê û çend kes jî birîndar bûne.
Balafirên cengê yên Erebistanê roja şemîyê jî êrişî dawetekê li parêzgeha Marebê kirin k udi encamê de 10 jin hatin kuştinê.
Balafirên cengê yên Erebistanê li dewama êrişên xwe dijî gelê Yemenê, êrişî bazareke parêzgeha Hedîdê ya Yemenê kirin ku di encamê de 6 kes hatin kuştinê û birîndar bûn.
Erebistanê ji 26`ê Adara sala 2015`ê ve bi heceta vegerandina Ebde Rebe Mensûr Hadî serokomarê istêfakirî yê Yemenê ser desthilatê, dest bi êrişa ser vî welatî kir. Di encama êrişên hanê de heta niha ji sedî 80`yê şebekeyên ceryan, telekom, rê, medrese, nexweşxane û hwd kavil bûne û bi dehan hezar hatine kuştinê û birîndar bûne û bi milyonan kes jî aware bûne.
♦ufkumuzhaber/kurdî
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.