1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. EREBÎSTANA SIUDÎ Û MISIR LI HEMBERÎ CIVÎNA KUDUSÊ DERKEFTIN
EREBÎSTANA SIUDÎ Û MISIR LI HEMBERÎ CIVÎNA KUDUSÊ DERKEFTIN

EREBÎSTANA SIUDÎ Û MISIR LI HEMBERÎ CIVÎNA KUDUSÊ DERKEFTIN

A+A-

 

 

Urdun ji bo ku li hemberî biryara Serokê Emerîkayê Donald Trump bê sekinîn Rêberên Ereban gazî kire civînê lê Erebîstana Siudî û Misir li hemberî vê civînê sekinîn û pêşniyara civînê red kirin.

Urdun ji bo ku encamên biryara Qudusê ya Emerîkayê bêne nirxandin civîna pêşniyarê li gel Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Ereban û Wezîrên Karên Derve yên Ereb hate kirin. Pêşniyar hatibu kirin ku Rêberên Ereban bi şiklê awarte bicivin û li hemberî biryara Qudusê ya Trump bisekinin. Lê Erebîstana Siudî û Misirê ev pêşniyara civînê red kirin.

Misirê di heqê biryara xwe da got: Civîna Rêberên Yekîtiyan Ereban dê ji xwe di heyva adarê da li Riyadê pêk bê. Hewce nîne ku Rêberên Ereban ji bo Qudusê bi şiklê lezgînî bicivin.

Di vê navberê da medyaya Emerîka û Siyonîstan aşkera kirin ku piştî biryara Trump ya Qudusê Misir û Erebîstana Siudî ji bo payîtexta Filîstînê Ramallah pêşniyar kirine.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.