1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Erdoẍan: Nikarin me bi qûra pereyê biyanî terbîye bikin
Erdoẍan: Nikarin me bi qûra pereyê biyanî terbîye bikin

Erdoẍan: Nikarin me bi qûra pereyê biyanî terbîye bikin

A+A-


Erdoxanî got digel kêmketina nirxa-qîymeta Lîreyê Tirk karûbar bi tekûzî di rêya xwe de ye û ji gelî xwast ew guh nedin qilûlûkên virde-wirde.

 

Erdoẍan li merasima destpêka xizmetkirina Başkentray-a di nav Sîncan û Ayaşê de kar bike axaft û got îqtîsad-ekonomî ji sedî 7 mezin bûye. Li Akkûyûyê hîmê-binyata santrala nukleer avêtine. Bilindbûna di qûran de dê bandorê-tesîrê li wan neke:

“Guh nedin qilûlûkên virde-wirde tên bilêvkirin. Tirkîye bi gavên jixweqayîl li ser rêya xwe dewam dike. Nikarin me bi qûrên pere-mereyên biyanî terbîye bikin. Ka bera ew xwe xelas bikin.”

Lê beşekî mezin ji karsazan wek wî nafikirin û dibêjin sebebê wê ji Tirkîyeyê ye. Bi bandora bipêşveçûnên cîhanî jî Lîreyê Tirk di seranserê 5 rojan de li hember Dolarê Emerîkayê nirxa xwe kêm kir û rekor kir û roja pêncşembê bîhna xwe veda bipaşketinê.

Enflasyona bilind, bervekirîbûna herikîner û bi taybetê deynê bi cûrê pereyê biyanî yê li ser sektura taybet pêl dike hem ser îqtîsadê-ekonomîyê û hem jî ser qûran. Ev awa dest pê kiriye di jîyana rojanî de jî bandora xwe nîşan dide.

Ji bo rawestandina-sekinandina têkçûyîna Lîreyê Tirk û kontrolkirina enflasyonê hêdî tevgerîna Bankeya Navendî-Merkezî ya Tirkîyeyê jî ramanên dibinzorîyêdebûna wê bêtir dikin.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

 

        

 

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.