1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Erdogan û Trump geşedanên li Sûriyê gotûbêj kirin
Erdogan û Trump geşedanên li Sûriyê gotûbêj kirin

Erdogan û Trump geşedanên li Sûriyê gotûbêj kirin

A+A-

Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump bi têlefonê axivîn û geşedanên li Sûriyeyê gotûbêj kirin.

 

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyê Erdogan û Trump ji xeynî mijarên dualî li ser geşedanên li Sûriyeyê nirxandin kirin.

 

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Erdogan ji bo gavên ku di Civîna G-7ê ya li Fransayê de di mijara Îranê de hatin avêtin û destbikarbûna Balyozê Amerîkayê Davîd Satterfield kêfxweşiya xwe diyar kir.  

 

Li gor heman daxuyaniyê Erdogan û Trump careke din gotin ku dixwazin qebareya bazirganiyê derxin 100 milyar dolarî û li hev kirin ku li Îdlibê  sivîl ji êrişan bên parastin û ji bo rewşa sivîlan xerab nebe hevkarî bidome.

 

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.