1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Erdogan: Tiştê li Diyarbekirê li bendê bûn, bidest neket
Erdogan: Tiştê li Diyarbekirê li bendê bûn, bidest neket

Erdogan: Tiştê li Diyarbekirê li bendê bûn, bidest neket

Serokomar Recep Tayîp Erdogan ragihand, tiştê em ji Diyarbekirê li bendê bûn, me bidest nexist.

A+A-

 

Serokomar Recep Tayîp Erdogan li Diyarbekirê tevlî bernameya serokatiya AKP'ê ya bajêr bû. Erdogan ragihand, encamên di hilbijartina 24'ê Hezîrana bûrî de li Diyarbekirê li bendê bûn, me bidest nexist.

 

Erdogan got: Divê li beramberê wan ked û projeyên ku me ji Diyarbekirê re kirine, me berhemeke mezintir bidest xistiba. Tevî vê jî, em kêmasiyê ne di xelkê Diyabekirê de lê em di xwe de dibînin. Me weke pêwîst kar nekiriye.

Her wiha Erdogan ragihand emê di hilbijartina şaredariyan a Adara 2019'an de li Diyarbekirê bi namzedê herî guncaw bikevin hilbijartinê û biser bikevin.

Erdogan duhî serdana Diyarbekirê kir û got, ji bo geşedana Diyarbekirê çi ji destê wî hatibe kiriye. Diyarbekir dê bibe nîşana pêşketinê. Li rojavayê Tirkiyeyê çi pêşketin hebe, dê li rojhilatê Tirkiyeyê jî heman pêşketin çêbe.

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.