1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Erdogan: Tirkiye dê li bakurê Iraqê hêleke ewlehiyê ava bike
Erdogan: Tirkiye dê li bakurê Iraqê hêleke ewlehiyê ava bike

Erdogan: Tirkiye dê li bakurê Iraqê hêleke ewlehiyê ava bike

A+A-

Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan ragihand, ew dê operasyonên xwe bo ser PKKê berdewam bikin û got, nêzîk e ku operasyonên Çeng 1 û Çeng 2 armancên xwe bi temamî bi dest bînin û tekez kir, “armanca Tirkiyê ev e ku li aliyê din ê sînor hêleke ewlehiyê ava bike.”

 

Recep Tayyip Erdogan îro li navenda partiya xwe (AK Partiyê) li Enqerê tekezî li ser berdeamiya operasyonên artêşa Tirkiyê li dijî PKKê li ser sînorê wî welatî yê bi Herêma Kurdistanê re kir û ragihand, operasyonên Çeng 1 û Çeng 2 ji bidestxistina aramncên xwe nêzîk bûne.

 

Erdogan amaje bi armanca Tirkiyê ji operasyonên li ser sînorê bi Herêma Kurdistanê kir û da xuyakirin, ew dixwazin li aliyê din ê sînor hêleke ewlehiyê ava bikin û tekez kir, eger ew di vê pêngavê de serkeftinê bi dest bixin, êdî ji bo Tirkiyê pirsek bi navê Qendîlê namîne.

 

Erdogan got: “Armanca me ev e, li şûna çiyayên zehmet û asê, li deştên pan ku dikevin aliyên din ên sînorê me, rê li terorîstan bigirin û hêleke ewlehiyê ava bikin. Dema ku me di vê yekê de serketin bi dest xist, êdî me pirseke bi navê Qendîlê namîne. Operasyonên Çeng 1 û Çeng 2 jî nêzîk e ku bigihin hemû armancên xwe.”

 

Di berdewamiya axaftina xwe de, Erdogan destnîşan kir, armanca wan ji encamdnaa operasyonên li ser sînorê bi Herêma Kurdistanê re, “qutkirina pêwendiya di navbera PKKê û YPGê li bakurê Iraqê û bakurê Sûriyê ye.”

 

Erdogan amaje bi amadebûna Tirkiyê bo hevahengiya li gel Iraq û Îranê, ji bo rûbirûnûna PKKê kir û got: “Em li gel Iraq û Îranê jî di pêwnediyê ne, ji bo rûbirûbûna PKK.”

 

Serokomarê Tirkiyê destnîşan kir, “heta ku PKKê neyê jinavbirin, dê pirsgirêkên Tirkiyê berdewam bin.”

 

Êrîşkarên êrîşa Hewlêrê hatin girtin

 

Serokomarê Tirkiyê di axaftina xwe amaje bi êrîşa roja 17ê Tîrmehê ya li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê jî kir û ragihand, êrîşakirina ser karmendê konsulxaneya Tirkiyê li Hewlêrê, ev yek derxist holê ku operasyona wan heta qasekî baş gihîştiye armanca xwe.

 

Recep Tayyip Erdogan diyar kir, “vê êrîş ev yek îsbat kir, ku Tirkiye di operasyonên xwe yên li dijî PKKê de li bakurê Iraqê, li ser heq e.”

 

Erdogan herwiha got, hemû êrîşkarên vê êrîşê hatine girtin û plandanerên êrîşê jî hatin jinavbirin.

 

Bila YPG xwe ji şer re amade bike

 

Di beşeke din a axaftina xwe de, Serokomarê Tirkiyê da zanîn, ku wan xwe ji êrîşa bo ser YPGê, û herêmên Minbic û Rojhilatê Firatê re kiriye û got, “bila YPG xwe ji şerê li gel artêşa Tirkiyê re amade bike.”

 

Erdogan di axaftinên xwe de, amaje bi rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê û herwiha siyaseta Tirkiyê li hember pêşhatên li Sûriyê bi giştî kir û got, ew li ser “avakirina navçeya aram li bakurê Sûriyê” rijd in.

 

Serokomarê Tirkiyê herwiha da xuyakirin, ku wan xwe ji bo encamana operasyoneke serbazî li dijî YPGê û bo ser herêmên Minbic û bakurê Sûriyê amade kiriye û got: “Ji bo her cure operasyonekê em ruxsetê ji ti kesî wernagrin.”

 

Erdogan wiha bi gotina, “Me ji bo Minbic û Rojhilatê Firatê xwe amade kiriye”, amaje bi armanca Tirkiyê ya ji bo “jinavbirina YPGê” kir û destnîşan kir: “Em dê navendên YPGê li Rojhilatê Firatê têk bibin.”

 

Di beşeke din a axaftina xwe de, Erdogan bang li pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê kir û daxwaz ji wan kir ku alîkariya Tirkiyê bikin. Erdogan wiha got: “Pêwîst e Kurd, Ereb û Tirkmen li bakurê Sûriyê piştgiriya me bikin..., divê hemû alî alîkarê me bin bo jinavbirina YPGê.”

 

Serokomarê Tirkiyê, YPG weke “dijminê Tirkiyê” bi nav kir û welatên Ewropî bi wê yekê tohmetbar kir, ku çek didin wê hêza Kurdî. Erdogan got: “Bila YPG xwe ji bo rûbirûbûna artêşa Tirkiyê amade bike.”

 

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.