1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Erdogan serdana Amerîkayê dike
Erdogan serdana Amerîkayê dike

Erdogan serdana Amerîkayê dike

A+A-

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo hevdîtinên giştî yên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekgirtî ya ku dê li New Yorkê bê lidarxistin bibe dê îro diçe Amerîkayê.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji bo ku beşdarkirina hevdîtinên giştî yên Lijneya Giştî ya 74emîn a NYyê diçe Amerîkayê.

Erdogan berî hevdîtinên  Lijneya Giştî dê di 23yê îlonê beşdarî Lûtkeya Çalakiya Av û Hewayê ya ku dê bi mazûvantiya Sekreterê Giştî yê NYyê bê lidarxistin bibe.

Biryar e Erdogan  di 24ê îlonê de ku roja ewil a Lijneya Giştî ya 74emîn a NYyê ya bi mijara "Tunekirina Feqîriyê, Vejandina Xîretên Pîralî yên Ji bo Çalakiya Av û Hewayê" bê lidarxistin de gotareke li Lijneya Giştî ya NYê pêş bike, herwiha bi Sekreterê Giştî Antonîo Guterres ra hevdîtin bike.

Erdogan di çarçoveya ziyaretê de dê beşdarî civîna Diyaloga Serokan bibe û li wir biaxive.

Herwiha biryar e Erdogan bi Serokwezîrê Pakistanê Îmran Xan re mazûvantiya çalakiyeke bi mijara "Têkoşîna Dijî Gotina Nefretê" bibe.

Di çarçoveya hevdîtinên Lijneya Giştî de dê Civîna Sêalî ya Tirkiye-Malezya û Pakistanê bê lidarxistin.

Tê pêşbînîkirin ku Erdogan di maweya ku dê li New Yorkê be de bi serokên dewlet û hikûmetê yên cuda re hevdîtinên dualî bike.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.