1. HABERLER

  2. ARŞİVİMİZ

  3. Erdogan pozîtîv li konferansa kurdan dinêre – dixwaze ko Gul û Barzanî hev bibînin
Erdogan pozîtîv li konferansa kurdan dinêre – dixwaze ko Gul û Barzanî hev bibînin

Erdogan pozîtîv li konferansa kurdan dinêre – dixwaze ko Gul û Barzanî hev bibînin

A+A-

Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî di hevpeyvîneka digel kanala ATV-ya tirkî de got ew bi xwe naxwaze civîna hêzên siyasî yên kurdan ya li Hewlêrê wekî ”konferansa kurdan” bi nav bike lê belê Tirkiyeyê dê helwêsteka pozîtîv ji bo wê konferansê hebe tenê heger PKK dest ji sîlehan berde.

Recep Tayyip Erdoganî behsa keda serokkomarê Iraqê Celal Talebanî ya di vî warî de kir û got:

— Em dê bi awayekê semîmî pêşwaziyê li niyeta Celal Talebanî ya di heqê vê meseleyê de bikin. Min li Stenbolê jê re got: »Heger xebata we ya di vî warî de netîceyek jê derkeve em hertim amade ne ya ko dikeve ser milên me bikin. Tenê da li vêderê herêm bigihî aramiyekê.«

Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdoganî behsa gumana xwe ji PKK-ê kir û got ew nizane ka PKK bi rastî dixwaze ko dest ji sîlehan berde yan ne û got hêzên eskerî yên Tirkiyeyê jî naxwazin heroj êrişî hedefên PKK-ê yên li başûrê Kurdistanê bikin.

Erdoganî behsa serdana serokkomarê Tirkiyeyê Abdullah Gulî ya Iraqê jî kir û got Celal Talebanî dikare ji bo hevdîtina serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û Abdullah Gulî jî arîkariyê bike û got:

— Dema ko serokkomar Gul biçe sefera Iraqê bêguman heger kedeka Talebanî ji bo bakur [başûrê Kurdistanê] çêbe ew dê arîkariya problema li herêmê bike. Li bakur Barzanî jî heye. Divêt mirov bi awayekê realîst li vê meseleyê jî binêre. Bergehê vî karî cida ye. Heger em van [firsetan] hemiyan bi kar bînin û bigihîn encamekê ez bawer dikim ko dê pir baş be. Kedeka Talebanî hebe em dê spasiyê bikin.

Yanî serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji bo xweşkirina têkiliyên Tirkiyeyê yên digel serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî hêviya kedeka baş ji serokkomarê Iraqê Celal Talebanî dike.

nefel

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.