1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Erdogan: Li gor gelek welatan em di rewşeke baş de ne
Erdogan: Li gor gelek welatan em di rewşeke baş de ne

Erdogan: Li gor gelek welatan em di rewşeke baş de ne

A+A-

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ku di heman demê de Serokê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ye, bi rêya sîstema vîdeokonferans di çarçova rûbirûbûna vîrusa koronayê de gotarek gotarek pêşkêş kir û bang li şaredarên ser bi partiya xwe ve kir.

Erdogan di wê gotara xwe de amaje bi wê kir, di vê qonaxa belavbûna şewba koronayê de, erkekî girîng dikeve ser milê şaredariyan û got ku pêwîst e rêkar û tedbîr li kolan, şeqam û bazaran bên tundkirin û hemû pêdawîstiyên sereke yên hemwelatiyan bên dabînkirin û alîkarî bi xelkê kêmderfet bên gihandin.

Serokomarê Tirkiyê, tekez kir ku dabînkirina pêdawîstiyên sereke yên hemwelatiyan, karê wan ê pêşîne ye di vê qonaxê de û diyar kir, “em li gor gelek welatan niha di rewşeke baş de ne, lê ev têrî nake. Rûbirûbûna koronayê ne tenê karê hikûmet û dewletê, karê tevahiya dam û dezgehan e.”

Erdogan got, “roj roja yekgirtinê ye li hemberî dijminê hevbeş” û derbarê kempîna komkirina pere ji xelkê de jî diyar kir ku ew perê dê bê komkirin, yekser dê bi kesên xwedî pêdivî bên gihandin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.