1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Erdogan ji Kurdan xwest ku dengê xwe nedin Mansur Yavaş
Erdogan ji Kurdan xwest ku dengê xwe nedin Mansur Yavaş

Erdogan ji Kurdan xwest ku dengê xwe nedin Mansur Yavaş

Hilbijartinên Şaredariyan, Recep Tayyip Erdogan, Kurd, Mansur Yavaş

A+A-

 

Erdogan ji welatiyên Kurd ên li Enqerê xwest ku di hilbijartinên 31ê Adarê de dengê xwe nedin berbijêrê CHPê Mansur Yavaş û bila dengê xwe bidin bebijêrê AK Partiyê Mehmet Oshasekî.

 

Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan di mitînga ku partiya wî li Duzceyê li dar xist de axivî û got: ". Her welatiyên me yên ku dê roja yekşemê deng nedin bila bizane ku vîna xwe dihêle hêviya însafa kesên ku diçin wir û dengê xwe didin. Her dengê ku neyê bikaranîn kêrî kesên dixwazin deq û dolaban bînin serê Tirkiyeyê tê.

 

Recep Tayyip Erdogan got: “Ez banga xwişk û birayên xwe yê Kurd dikim. Birayê me Mehmet Ozhasekî li wir e, man hûn dê dengê xwe bidin ew kesê ku paşnavê wî Yavaş e? Em roja Yekşemê zeleyeke Osmanî li wan bidin.”

 

Erdogan herwiha gotina Hevserokê Giştî yê HDPê Sezaî Temellî ya “em dê li Kurdistanê serbikevin” bibîr xist û got: “Min duh li Wan û Semsûrê jî pirsî, ma li Tirkiye herêmekê bi nave Kurdistanê heye? Ew dibêje Kurdistan. Ji vê derê nan ji wan re dernakeve.”

 

Serokê Giştî yê AK Partiyê di berdewamiya axaftina xwe got: “Ew dibêjin em li rojava deng nadin AK Partî û MHPê. Tu kî yî? Em roja Yekşemê Em roja Yekşemê zeleyeke Osmanî li wan bidin. Bila bizanin dine çend alî ye. Eger ewqas ji Kurdistanê hez dike, li bakurê Iraqê Kurdistan heye, bila bicihime wê derê. Em nahelin kes vî welatî perçe bikin.”

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.