1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Erdogan hişyarî da: Em dê operasyona Idlibê dest pê bikin
Erdogan hişyarî da: Em dê operasyona Idlibê dest pê bikin

Erdogan hişyarî da: Em dê operasyona Idlibê dest pê bikin

A+A-

Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan derbarê rewşa Idlibê û egera berdewambûna êrîşên hêzên Sûriyê li sînorê wê parêzgehê, hişyarî da û ragihand, eger rewş neguhere, Tirkiye dê bêyî ti hişyarîdanekê dê operasyona Idlibê pêk bîne.

Recep Tayyip Erdogan îro li parlamentoyê di civîna fraksyona partiya xwe, AK Partiyê de li Enqerê behsa rewşa parêzgeha Idlibê ya Sûriyê kir, ku di kontrola komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de ye, lê di wan demên dawiyê de rastî êrîşeke berfireh a artêşa hikûmeta Sûriyê hatiye.

Erdogan ragihand, eger pêwîst bike Tirkiye dê weke operasyonên xwe yên din ên di nav axa Sûriyê de, operasyona Idlibê jî dest pê bike û derbarê wê yekê de hişyarî da Sûriyê.

Serokomarê Tirkiyê da xuyakirin, ev hişyariya dawîn e ku Tirkiye derbarê rewşa Idlibê de dide û got, wan hemû amadekarî ji bo encamdana operasyona Idlibê pêk anîne û tekez kir, ew dê bêyî ti hişyarîdaneke pêşwext operasyona Idlibê dest pê bikin.

Bi gotina Erdogan, meseleya operasyona Idlibê niha tenê girêdayî demê ye û hişyarî da hikûmeta Sûriyê û tekez kir, ew Idlibê ji rejîma Esed re nahêlin û ew dixwazin ku parêzgeha Idlibê nebe metirsî bo ser ewlehiya Tirkiyê.

Erdogan amaje bi danûstandinên Tirkiyê û Rûsyayê yên derbarê rewşa Idlibê de jî kir û got, “mixabin danûstandinên me bi Moskowê re bê encam bûn” û destnîşan kir: “Ji bo parastina asayişa xwe ya niştimanî, em dê her tiştî bikin.”

Erdogan got: “Bi her nirxekê be, em li ser vê yekê rijd in ku Idlibê hem ji bo Tirkiyê û hem ji bo herêmê bikin navçeya aram.”

Li aliyekê din, Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar ragihand, ku rakirin anku vekişîna xalên leşkerî yên çavdêriyê yên Tirkiyê li Idlibê, di rojeva wan de nîne.

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê, Îbrahîm Kalin jî duh Sêşemê 18ê Sibatê di daxuyaniyekê de daxwaz kiribû, ku hemû aliyên têkildarî rewşa Idlibê vegerin ser rêkevtina Soçî û gotibû, xalên çavdêriyê yên Tirkiyê li Suriyê dê her bimînin û Tirkiye dê berdewam be li ser şandina hêzên xwe bo wan xalên çavdêriyê.

Ibrahîm Kalin herwiha got, Tirkiye dê bersiva her êrîş û destdirêjiyekê bide, ku bo ser xalên wê yên çavdêriyê yên li sînorê parêzgeha Idlib a Sûriyê bihê kirin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.