1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Erdoğan: Ha Elî û ha Welî
Erdoğan: Ha Elî û ha Welî

Erdoğan: Ha Elî û ha Welî

A+A-

 

Serokomar  Recep Tayyip Erdogan li ser navên Yekîneyên Parastina Gel û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) got: “Hûn tabeleyê biguherin çi ye û neguherin çi ye? Em baş dizanin di hundir de çi heye.”


 

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan beriya serdana xwe yê bo welatên Kendavê civîna çapameniyê li darxist û bersiva pirsên rojnamevanan da.

Recep Tayyip Erdogan li ser pirsa derbarê Amerîkayê pêşniyar kiriye ku YPG navê xwe biguhere de wiha got: “Ha Elî û ha Welî. Tiştek nayê guhertin. Hûn tabeleyê biguherin çi ye û neguherin çi ye? Em baş dizanin di hundir de çi heye. Her du jî heman tiştin. Diyar e ew li ku derê ciridan diavêjin. Jixwe Tirkiyê bi îsrixbarata xwe wan dişopîne. Em dizanin kokartên bi çengên wan ve çi ne û herwiha em dizanin kî ne kokartên rêxistina terorist bi xwe dikin. Divê dost hevdu nexapînin.”

Duh nûçeyek hat bilavkirin ku tê de hatibû gotin Fermandarê Hêzên Taybet ên Amerîkayê General Raymond Thomas gotiye, ji ber ku Tirkiye YPGê girêdayî PKKê dibîne wan pêşniyara guherandina nav li YPGê kir û wan jî navê xwe wek Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) guherandiye.

Thomas diyar kiribû: “Guhertina navê wan gelek baş bû çimkî dixwestin beşdarî hevdîtinên Cinêv û Astanayê bibin ku pêşeroja Sûriyê tê gotûbêjkirin. Di bin bane PKKê de dê ti caran li ser masayê gotûbêjan neban. Bi bikaranîna peyva `demokratîk`  helwestek aqilanê ye û wê yekê hinek îtibara wan zêde kir.”

Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd jî li ser vê yekê destnîşan kiribû ku çapemeniya Tirk nûçeyên şaş û derew parve dikin û wiha pêde gotibû: “Hêzên YPGê ne pêkhateyeke ku tenê nav guhertibe. Divê ti kes ji nûçeyên çapemeniya Tirk a bê bingeh û derew bawer neke.”

 

 

 

 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.