1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Erdogan: Em vekişîna Amerîkayê ji rêkeftina atomî rast nabînin
Erdogan: Em vekişîna Amerîkayê ji rêkeftina atomî rast nabînin

Erdogan: Em vekişîna Amerîkayê ji rêkeftina atomî rast nabînin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand: "Em vekişîna Amerîkayê ji rêkeftina atomî rast nabînin.”

A+A-

 

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî piştî ku li paytexta Tirkiyê bajarê Enqerê li Koşka Serokomariyê hevdîtin kirin, civîneke çapemeniyê ya hevbeş pêk anîn.

 

Recep Tayyip Erdogan di axaftina xwe de got: "Di vê heyamê de ku zextên li dijî Îranê yên ku em wan neheq dibînin, zêde bûne, em dê li cem gelê bira yê Îranê bin."

 

Erdogan herwiha diyar kir: "Em nahêlin tu rêxistinên ku îstiqrar û ewlehiya welat û herêma me ji xwe re dikin armanc, li van deran bijîn. Di vê mijarê de em dê hevkariya bi Îranê re zêde bikin. Ji bo jiholêrakirina hedefên me yên hevpar, em bi biryar in."

 

Serokomarê Tirkiyê got: "Biryara dorpêçên Amerîkayê yên dijî Îranê, ewlehî û îstiqrara herêmê dixe metirsiyê, ez cardin dibêjim ku em piştgiriyê nadin wan."

 

Herwiha Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî jî diyar kir: "Di mijara parastina yekparçeyiya axa Sûriyeyê de em û Tirkiye wek hev difikirin."

 

Ruhanî li ser dorpêçên Amerîkayê yên li dijî Îranê jî got: “Vî karê ku Amerîka li dijî Îranê disepîne, karekî terorîstî ye, ji ber ku welatên din jî ditirsîne.”

 

Hesen Ruhanî li ser peywendiyên Tirkiye û Îranê got: “Ti kes û hêzek nikare peywendiyên di navbera me de têk bide.”

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.