1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Erdogan: Em tenê pêngavekê jî paşve naçin
Erdogan: Em tenê pêngavekê jî paşve naçin

Erdogan: Em tenê pêngavekê jî paşve naçin

A+A-

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, divê hêzên rejîma Sûriyê vegerin cihên xwe yên berê û tekez kir, Tirkiye li Idlibê tenê pêngavekê jî paşve nahavêje.

Recep Tayyip Erdogan îro Çarşemê 26ê Sibatê di civîna fraksyona partiya xwe de li parlamentoya Tirkiyê got, ew daxwaz ji Rûsya û hikûmeta Sûriyê dikin, ku têkildarî rewşa Idlibê li gor rêkevtina Soçî tevbigerin û got: “Bendewariya me ev e ku rejîm vegere sînorê berê û pişt xalên me yên çavdêriyê.”

Erdogan tekezî li ser rijdbûna Tirkiyê li ser helwesta xwe ya derbarê Idlibê de kir û diyar kir, “li Idlibê em tenê pêngaveke biçûk jî paşve nahavêjin.”

Serokomarê Tirkiyê amaje bi wê yekê kir ku di encama berdewamiya êrîşên hêzên hikûmeta Sûriyê û pêşveçûnên wan de, xalên çavdêriyên yên wan li Idlibê hatine dorpêçkirin û gef xwar, ku jibo rakirina dorpêça li ser wan xalên çavdêtiyê, li dijî hikûmeta Sûriyê hêzê bikar bîne.

Erdogan di vê bareyê de got: “Eger pêwîst bike em dê xalên xwe yên çavdêriyê ji dorpêçê derxin, bi her awayî be.”

Serokomarê Tirkiyê beregirî li siyaseta welatê xwe ya derbarê Lîbya û Sûriyê de kir û da xuyakirin, “em li derveyî sînorê xwe li pey macerayan nînin, em ewlehiya sînorên xwe xwe diparêzin.”

 

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.