1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Erdogan: Divê Kobanî bikeve bin kontrola me
Erdogan: Divê Kobanî bikeve bin kontrola me

Erdogan: Divê Kobanî bikeve bin kontrola me

A+A-

Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan îro careke din gef xwar, ku “eger hêzên HSDê û YPGê bi tevahî ji navçeyên diyarkirî derneketibin, artêşa Tirkiyê dê operasyona xwe berdewam bike.” Erdogan herwiha tekez kir, divê YPG ji Minbic û Til Rifetê jî derkevin û “divê Kobanî jî bikeve bin kontrola Tirkiyê.”

Serokomarê Tirkiyê gefa dubare destpêkirina operasyonê kir û diyar kir, eger endamên YPGê ji sînorê diyarkirî derneketibin, yan eger êrîş berdewam bin, em dê operasyona xwe berdewam bikin û navçeya xwe ya aram berfirehtir jî bikin.

Recep Tayyip Erdogan da xuyakirin, wan ji Rûsyayê soz wergirtiye ku hêzên HSDê û YPG ji Minbic û Til Rifetê jî vekişin û diyar kir, ew dê wê yekê bişopînin.

Erdogan weke amajyek bi egera berdewambûna operasyona wî welatî li Rojavayê Kurdistanê ragihand, pêwîst e herêma Kobanî jî ji aliyê hêzên Kurdî ve were valakirin û bikeve bin kontrola Tirkiyê.

Erdogan wiha got: “Niha herêma navbera Serê Kaniyê û Girê Spî di bin kontrola me de ye. Me ji Rûsyay soza paqijkirina Til Rifet û Minbicê jî wergirtiye. Divê Kobanî jî were paqijkirin û bikeve bin kontrola me.”

Serokomarê Tirkiyê amaje bi bidawîhatina dema 150 saetên agirbestê ya di çarçoveya rêkeftina li gel Rûsyayê de jî kir û da xuyakirin,  li gor daxuyaniya aliyê Rûsî, 34 hezar şervanên YPGê tevî çekên xwe yên giran ji sînorê diyarkirî paşve vekişiyane.

Bi gotina Erdogan, hêj di vî warî de tam serkevtî nebûne û roja Înê dewriyeyên hevbeş dê di navbera hêzên Tirkiyê û Rûsyayê de dest pê bikin.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê duh di daxuyaniyekê ragihand, ku 34 hezar kes ji hêzên YPGê ji navçeyên diyarkirî û bi kûrahiya 30 kîlometran ji sînorê Tirkiyê vekişiyane. Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê, Sergey Şoygu daye xuyakirin, ku hêzên YPGê zûtir ji dema diyarkirî ji wan navçeyên diyarkirî vekişiyane.

Erdogan amaje bi vegerandina koçberên Sûrî yên li Tirkiyê jî kir û destnîşan kir, armanc û plana wan ev e ku wan koçberên Sûrî vegerînin navçeyên ku artêşa Tirkiyê kontrol kirine.

Rûsya û Tirkiyê roja 22ê Cotmehê û piştî civîna Vladimir Putin û Recep Tayyip Erdogan li bajarê Soçî yê Rûsyayê, rêkeftinek derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de îmze kiribûn.

Li gor wê rêkeftinê, divê hêzên YPGê û HSDê bi kûrahiya 30 kîlometran ji sînorê bi Tirkiyê re paşve vekişin û hêzên Sûriyê û Rûsyayê li şûna wan li ser sînor bêne bicihkirin.

Herwiha li gor heman rêkeftinê, agirbesteke 150 saetî hat ragihandin, daku di wê heyamê de hêzên Kurdî ji navçeyê vekişin, piştî vekişîna hêzên Kurdî jî dê gerên hevbeş ên hêzên Tirkiyê û Rûsyayê li navçeyên sînorî bi kûrahiya 10 kîlometran dest pê bikin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.